Mijarên rojnameyên erebî - 26 Mijdar

Rojnameyên erebî yên îro, behsa dosyeya rejîmê ya kîmyewî, qaşo komîteya destûrê, xwepêşandanên li Lubnan û Iraqê û serdana Erdogan a Qeterê kir.

Mijarên rojnameyên erebî - 26 Mijdar
26 mijdar, 2019   08:46
NAVENDA NÛÇEYAN

ŞERQ EL-EWSET: HÊZÊN NAVNETEWEYÎ BI ISRAR IN REJÎMÊ BI BERPIRSYARIYA KÎMYEWÎ YA LI SER DOMA HILGIRE

Rojnameyên erebî yên vê sibehê behsa rewşa Sûriyê di gelek mijaran de kir û jê jî dosyeya rejîmê ya kîmyewî ye û di vê çarçoveyê de rojnameya Şerq El-Ewset wiha nivîsand: "Gerînendeyê giştî yê Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî Fernando Arias duh rapora lêkolîneran a der barê tewana rejîma Sûriyê ya berpirsiyartiya êrişa kîmyewî li Doma ya rojhilatê Şamê, tevî eşkerekirina belgeyên biguman li ser encamên raporê, parast."

Malpera WikiLeaks di dawiya hefteyê de nameyeke elektronîk ji endamekî tîma ku êrişa kîmyewî ya pêşbîn dikin ku li bajarê Doma di Nîsana 2018’an de pêk hatiye, weşand ku rêxistina girêdayî NY’yê binpêkirinan vedişêre. Her wiha Rûsya û hevalbendên wê jî dest danî ser vê name û belgeya berê ku bi guman li encamên ku rêxistinê li ser êrişî girtine, dinêrin.

Rûsya bê navber li ser rastiya êrişên kîmyewî li Sûriyê, guman dikir û rapora rêxistinê ku tê de hatiye ku madeya klor di êrişa li ser bajarê Doma yê Xota Rojhilat ê li nêzî Şamê hatiye bikaranî de û di necamê de nêzî 40 kuştî çêbûne, red kir.

Rojava û di serî de DYA’yê rejîma Sûriyê der barê êrişan de tawanbar kir û di wê demê de derbeyên leşkerî li avahiyên leşkerî yên Sûriyê xistin.

Fernando Arias di xîtaba vekirina civîna salane ya rêxistinê de ku navenda wê lêkolînan li Laheyê ye, got: "Hin nêrînên cur bi cur hê jî rûbereke mezin ên nîqaşê girtine. Lê belê der barê piştrastinê de ez baldar im û dê li gorî encamên serbixwe û pîşeyî tev bigerim."

Li aliyekî din jî, şandeya hikumeta Sûriyê ya komîteya destûra Sûriyê ya gera duyemîn ji dan û standinên ku NY’yê sponseriya wê dike de beriya ku duh dest pê bikira, derket. Bi wê re jî opozîsyonê ev tişt bi rêbaza derengxistinê bi nav kir. Armanca dan û standinan, pêkanîna pêşketinê ye. Lê NY’yê bi rêya demdirêj a ber bi nêzbûna siyasî piştî hilbijartinan bi nav dike.

EL-EREB: HIZBULLAH DERBASÎ KOLANAN BÛ DA KU ŞOREŞÊ TÊK BIBE Û HIKUMET LI SER EL-HERÎRÎ FERZ KIR

Têkildarî rewşa Lubnanê rojnameya El-Ereb wiha nivîsand: "Aloziya siyasî li Lûbnanê kûrtir bû, tê xuya kirin ku dê dirêj bike, taybet piştî biryara Hizbullah ku derkeve kolanan û şoreşa gel ku ji 17`ê Mijdarê rû dide, têk bibe.

Aliyên siyasî yên Lubnanê diyar kir ku 2 sedemên sereke hene ku hişt Hizbullah çekdarên xwe bişîne kolanan û êrişî welatiyan û hêzên ewlehiyê bike, her wiha erebeyan xirab bike û dikanên bazirganiyê roja yekşemê bi beşdarbûna çekdarên ji Tevgera "Emel" bidize.

ÎMARAT EL-YEÛM: KOMSERIYA MAFÊN MIROVAN LI IRAQÊ; ÊRIŞÊN GIRAN LI DIJÎ XWEPÊŞANDÊRAN

Der barê rewşa Iraqê rojnameya Îmarat El-Yeûm wiha got: "Komseriya Mafên Mirovan a Iraqê duh ragihand ku 11 xwepêşandêr hatin kuştin û 289 kes di xwepêşandanên li Bexdayê û gelek parêzgehên başûr birîndar bûn, ew yek tenê ji roja pêncşemê heta roja yekşemê çêbû, Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî di daxuyaniyekê de, pêşketinên li bajarê Besrayê başûrê Iraqê bi "trajedî" bi nav kir.

Her wiha komseriya mafên mirovan di daxuyaniya xwe de got ku kuştina 3 xwepêşandêran û birîndarbûna 90 kes din li parêzgeha Besrayê belge kir.

EL-EREB: ERDOGAN HEWLDANÊN JI NÛ VE VEGERANDINA QETERÊ JI MALA KENDAVÊ RE TÊK DIBE

Der berê rewşa Tirkiyê de rojnameya El-Ereb wiha nivîsand: "Tirkiyê metirsiya li ser Qeterê der barê geşedanên herêmê û hevalbenda wê Tirkiyê de ku dibe wê tecrîd bike, zêde kir. Ev yek jî daxuyaniyên serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan di serdana ji baregeha leşkerî ya Tirkiyê li Dewhayê, diyar kir. Her wiha diyar kir ku hêzên welatê wî hene ji bo Qeter di nava ewlehiyê de be. Ev yek li gorî şopdarên rewşa Kendavê ku armanc jê ku hewldanên ji nû ve vegerandina Qeterê ji ‘mala Kendavê’ re, têk bibe."

Li gorî aliyên ji Kendavê ku serdanên di navbera Erdogan û Şêx Temîm de diyar dike ku tişteke girîng heye ji nêzîkbûn û koordînasyona berê mezintire. Her wiha destnîşan kir ku ev yek ji du dozên bingehîn dernakeve. Ya yekem girêdayî xurtkirina hêzên Tirkiyê li El-Dewhayê ku aliyên parastin û ewlehiyê bixe bin serweriya xwe û ev yek Qeterê dixe bin parastina Tirkiyê de. Ya duyem jî miqdarê metirsiya her du aliyan ji geşedanên herêmî ku li ne li gorî berjewendiyên wan, çi li Kendavê û çi li Afrîkayê, dimeşe.

(ekîb)