Kalkan: Serdema çaremîn a stratejîk, rêya stratejîk a PKK'ê ya ji 2010'an ve ye

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Duran Kalkan bi boneya salvegera 41’an a PKK’ê axivî û taybetmendiyên leşkerî, siyasî û civakî yên serdema çaremîn a stratejîk a tevgera azadiyê rave kirin û got “Serdema çaremîn a stratejîk, rêya stratejîk a PKK'ê ya ji sala 2010'an ve îfade dike.”

Kalkan: Serdema çaremîn a stratejîk, rêya stratejîk a PKK'ê ya ji 2010'an ve ye
26 mijdar, 2019   07:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Duran Kalkan bi wesîleya salvegera 41'emîn a damezirandina PKK'ê ji ANF'ê re axivî.

Duran Kalkan salvegera 41'an a damezirandina PKK'ê li rêber Abdullah Ocalan, gel, dost û hevrêyan pîroz kir û şehîdên têkoşîna azadiyê bi rêzdarî bi bîr anîn.

Kalkan destnîşan kir ku PKK tevgereke zanistî ye û got: "Li gorî pêwîstiyên felsefe û îdeolojiyê tev digere, li gorî pêwîstiyên siyaset û leşkeriyê tev digere. Di zanista siyaset û leşkeriyê de du hêmanên bingehîn hene, ku ew jî stratejîk û taktîk in. Ji ber vê yekê PKK ku 41 sal a li qada leşkerî û siyasî heye, di demên cuda de stratejî û taktîkên cuda esas digire."

Kalkan anî ziman ku Rêbertiya PKK'ê jî li ser van esasan hewl da têkoşîna siyasî û leşkerî ya PKK'ê bi pêş ve bibe û got: "Di nava 41 salên derbasbûyî de PKK di nava çar serdemên stratejîk re derbas bû. Niha di serdema çaremîn a stratejîk de ye ku rêya stratejîk a PKK'ê ya ji sala 2010'an û pê ve îfade dike. Ev yek jî wek 'Stratejiya Şerê Gel ê Şoreşgerî' pênase kir."

SERDEMA STRATEJÎK A YEKEMÎN

Kalkan destnîşan kir ku Serdema Stratejîk a Yekemîn wek stratejiya têkoşînê ya li ser bingeha 'şîdeta şoreşgerî ya li dijî kes û saziyên sîxur' dikare bê pênasekirin û wiha axivî: "Rêber Apo di 'Rêya Şoreşa Kurdistanê' de weke stratejiya pêvajoya partîbûnê pênaseyeke wiha kir. Rêber Apo qetilkirina hevrê Hakî Karer a 18'ê Gulana 1977'an li Dîlokê wek destpêkirina pêvajoyeke bi vî rengî ya têkoşîna siyasî û leşkerî pênase kir."

Kalkan ragihand ku PKK'ê xwe gihand karker, kedkar, jin, ciwanan û hemû beşên civakê, rêxistiniya xwe xurt kir û di navbera salên 1977 û 1980'î de weke partiyeke şoreşger a pêşengê têkoşîna azadiyê ava bû.

SERDEMA STRATEJÎK A DUYEMÎN

Kalkan diyar kir ku pêvajoya ji 12'ê Îlona 1980'yî heta Adara 1993'yan dikarin weke Serdema Stratejîk a Duyemîn pênase bikin. Kalkan destnîşan kir ku ew serdema stratejîk ji darbeya 12'ê Îlona 1980'î dest pê dike heta agirbesta 1993'yan didome.

Kalkan got: "Ji bo Serdema Stratejîk a Duyemîn em dibêjin 'Stratejiya Şerê Gel ê Demdirêj'. PKK'ê di konferansa xwe ya yekemîn de ev nîqaş kir, analîza wê ya teorîk kir û biryar da. Piştre jî di pirtûka 'Rola Zorê ya li Kurdistanê' de xeta têkoşîna stratejîk a vê yekê bi rengekî pirrengî rave kir."

Kalkan diyar kir ku bi darbeya 12'ê Îlonê re şert û mercên têkoşîna siyasî, îdeolojîk û rêxistinî li Tirkiyeyê û Kurdistanê neman, derfetên herî biçûk jî bi darbeya 12'ê Îlonê re ji holê hatin rakirin û got: "Ji ber ku derfetên legal bi temamî ji holê hatin rakirin, hingî neçar man ku bi rengekî îllegal bixebitin. Eger derfetên karê îdeolojîk û siyasî ji holê hatibin rakirin, hingî divê tu bi rengê leşkerî bixebite. Li dijî êrişa leşkerî ya ku darbeya 12'ê Îlonê ferz kir PKK'ê jî stratejiya xwe weke 'Stratejiya Şerê Gel ê Demdirêj' pênase kir."

Kalkan destnîşan kir ku bi çalakiyên 15'ê Tebaxa 1984'an ên li Dihê û Şemzînanê re xeta stratejîk li Bakurê Kurdistanê kete meriyetê û şerê gerîla yê bênavber dest pê kir.

DAWIYA SRATEJIYA KU BI KONFERANSA YEKEMÎN HATE RAGIHANDIN

Kalkan bi bîr xist ku piştî serokkomarê Tirk Ozal kete dewrê di Adara 1993'yan de agirbest hate ragihandin û wiha lê zêde kir: "Agirbest dawiya stratejiya ku bi konferansa yekemîn re hatibû ragihandin bû. Ji ber ku li gorî wê stratejiyê wê sîstema dewletê bihata hilweşandin û dewleteke nû ya ku pirsgirêka Kurd çareser dike bihata avakirin. Agirbest li şûna hilweşandina dewletê, guhertina wê ya bi rengekî demokratîk weke armanc danî pêşberî xwe. Armanc guhertin bû. Lewma Rêbertiya PKK'ê dixwest rê û rêbazên vê yekê diyar bike."

Kalkan ragihand ku ji ber Komploya 9'ê Cotmeha 1998'an û Komploya 15'ê Sibata 1999'an guhertina stratejîk ancax di Kongreya 7'emîn a PKK'ê de ya sala 2000'î de pêk hat.

Kalkan destnîşan kir ku 'Stratejiya Şerê Gel ê Demdirêj' hate guhertin û 'Stratejiya Têkoşîna Siyasî ya Demokratîk' esas hate wergirtin ku navenda wê têkoşînê li Îmraliyê bû.

Kalkan ragihand ku pêvajoyeke nû ya têkoşîna stratejîk ji Çileya 2000'î heta Hezîrana 2010'an di nava stratejiya têkoşîna siyasî ya demokratîk dom kir ku ev yek têkoşîna siyasî ya demokratîk bû.

Kalkan bi bîr xist ku di hilbijartinên xwecihî yên 29'ê Adara 2009'an de Partiya Civaka Demokratîk (DTP) 70 ji sedî deng li Kurdistanê wergirt, piştre PKK'ê agirbest careke din ragihand û diyar kir ku ew dixwaze derfetan pêşkêşî çareseriya siyasî ya demokratîk bike û got: "Desthilata AKP'ê ji ber ku li pêşberî vê yekê tengav bû gotina 'Vebûna Kurd, vebûna demokratîk' xist rojevê. Rêber Apo jî li pêşberî vê yekê ji bo çareseriya siyasî demokratîk a pirsgirêka Kurd 'xetek rêveçûnê' diyar kir û di 15'ê Tebaxa 2009'an de pêşkêşî hikumeta AKP'ê kir."

SERDEMA STRATEJÎK A ÇAREMÎN

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Kalkan ragihand ku bi van gavên taktîkî maskeya li rûyê rêveberiya AKP'ê kete xwarê û AKP'ê ji bo tunekirina mercên têkoşîna siyasî demokratîk darbe kir.

Kalkan bi bîr xist ku rêber Abdullah Ocalan ev yek wek 'Darbeya 17'ê Mijdarê' pênase kir û got: "Ji ber ku şert û mercên têkoşîna siysî ya demokratîk nema PKK neçar ma stratejiyê biguherîne. Pêvajoya nû ya siyasî û leşkerî ya hikumeta AKP'ê nirxand û ragihand ku ew dawî li Serdema Stratejîk a Sêyemîn tîne û dest bi Serdema Stratejîk a Çaremîn dike. Yanî ragihand ku wê bi 'Stratejiya Şerê Gel ê Şoreşgerî' tê bikoşe. Ev stratejî deh sal in jî didome."

Kalkan destnîşan kir ku di pêvajoya 'Stratejiya Şerê Gel ê Şoreşgerî' de ew dixwazin pêşengiya gerîla xurttir bikin, hişmendî, perwerde û rêxistiniya xweparastinê ya civakê bidin pêş, li dijî êrişên faşîst qirker ên girtin û tinekirinê berxwedana çekdarî ya xwe dispêre gerîla û xweparastinê mezin bikin, li gel vê yekê çalakiyên gel pêk bînin, siyaseta demokratîk û hevdîtinan jî weke şêweyên têkoşînê yên di asta duyemîn û sêyemîn de bimeşînin.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Kalkan wiha lê zêde kir: "Şerê gerîla yê li çiyê, şerê xweparastinê yê li bajêr, şerê li deştê, berxwedan û çalakiyên li bajaran bi rêbaza gerîla hatin kirin. Rêbazên têkoşînê yên bingehîn ên navbera salên 2005 û 2010'an piştî 1'ê Hezîrana 2010'an ketin asta duyemîn û sêyemîn."