Enwer Yehya: Binpêkirinên dagirkeriyê yên li herêmên dagirkirî bi hedefa guhartina demografiyê ne

Şêwirmendê Rêveberiya Xweser Enwer Yehya piştrast kir ku binpêkirin û astengkirinên ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker li herêmên ku dagir kirine wekî Serêkaniyê û Girê Spî, bi armanca neçarkirina şêniyên resen a koçberkirinê ye ku guhartina demografiyê pêk bînin.

Enwer Yehya: Binpêkirinên dagirkeriyê yên li herêmên dagirkirî bi hedefa guhartina demografiyê ne
26 mijdar, 2019   07:29
EYN ÎSA

Şêwirmendê Rêveberiya Xweser Enwer Yehya di hevpeyvînekê de der barê armancên çeteyên dewleta Tirk a dagirker ji tevliheviya ewlehiya herêmên ku piştî êrişên 9’ê Cotmehê dagirk kirine de, axivî.

Enwer Yehya wiha got: "Li herêmên ku dewleta Tirk a dagirker dagir kirine, teqîn û rûdanên ewlehiyê yên dîtir, tevî topbarana bêserûber li ser bajar û gundan bi hedefa xistina tirsê di nava şêniyan de û neçarkirina koçberiyê ku serwerî hêsan bibe, pêk tên."

Yehya wiha pê de çû: "Piştî ku çeteyan herêmên Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirine, dest bi gelek binpêkirinên bi mafên şêniyên ku di warên xwe de mane û koçber nebûne, ji dizîn, revandin, xwestina fîdyeyan da ku serbest berdin, kirin. Lê piştî dîtin ku şênî bi xaka xwe ve girêdayî ne, dest bi teqînan kirin ku şêniyan bitirsînin û neçarî koçberiyê bikin."

Şêwirmendê Rêveberiya Xweser Enwer Yehya anî ziman ku hedefa ji pişt van binpêkirin û kiryarên ku çete pêk tînin, zêdekirina koçberkirina şêniyan da ku malbatên xwe bixin şûna wan, da ku ajandeyên Erdogan li herêmê pêk bînin ku guhartina mozaîka niştecihiyê biguherînin.

Yehya hin agahiyên ku çeteyan pêk anîne, bi bîr xistin ku çeteyan malbatên ku ji kampa Eyn Îsayê revîne, li malên şêniyên Girê Spî bi cih kirine.

Şêwirmendê Rêveberiya Xweser Enwer Yehya di dawiyê de bang li civaka navdewletî kir ku fişarê li dewleta Tirk bikin ku binpêkirinên çeteyên xwe bi mafên şêniyên herêmên ku piştî êrişên hovane yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir kirine, rawestîne.

(fr)

ANHA