Hovîtiya çeteyên dewleta Tirk li herêmên dagirkirî… çîroka kalekî ji Serêkaniyê

Kiryar û hovîtiya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li axa ku dagir kirine, berdewam dikin. Sîno Hisê Qawas 80 salî ye û ji Serêkaniyê ye, ji aliyê çeteyên girêdayî dewleta Tirk ve ji bo agahiyan li ser wî bidin an jî wî radest bikin, miqdarek pere veqetandine.

Hovîtiya çeteyên dewleta Tirk li herêmên dagirkirî… çîroka kalekî ji Serêkaniyê
26 mijdar, 2019   07:17
HESEKÊ – CÎHAN BÎLGÎN – BASIL REŞÎD

Kiryarên dewleta Tirk dagirker û çeteyên wê yên kuştin, destdirêjî, talan û diziyê li Efrîn, Serêkaniyê û Grê Spî berdewam dikin.

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker bi qetlîaman têr nabin û li ser cenazeyên di destê wan de bazarê dikin. Her wiha bacê li şêniyên welatparêz ji bo radestkirina wan ferz dikin. Yek ji wan welatparêzan jî Sîno Hisê Qawas e.

HEVJÎN, ZAROK Û BIRAZIYÊ WÎ LI SERÊKANIYÊ ŞEHÎD KETINE

Sîno Hisê Qawas 80 salî ye û ji navçeya Serêkaniyê ye. Sala 2012’an li dijî çeteyên Cebhet El-Nusra zarokê wî Ahmet Sîno Qawas, hevjîna wî Emîna Heyder Ibrahîm, biraziyê wî Ferhat Elî Qawat û Abdirehman Ehmed Qawat şehîd bûne.

Sîno Hisê Qawas piştî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê neçar maye ku koçberî gundê navçeya Til Temirê bibe. Lê li wir jî rastî êrişên dagirkeran hatiye û koçberî Til Temirê bûye. Qawas ji bo êrîşên hovane yên ku hedefa wan ya yekem sivîl in, wiha dibejê: “Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê êrişî me kirin û malên me talan kirin. Li ser me bombe dibarandin. Bi obusan êrişî me dikirin. Em neçar man ku ji malên xwe derkevin. Gund bi gund ez digeriyam lê dîsa jî rastî êrişên hovanê dihatim.”

Qawas wiha dewam kir: “Çeteyan mala min şewitandin, bermîlê mazotê teqandin, tiştek di mala min de nehiştin. Cîrana min a Ereb agahî ji min re, rê kir ku çeteyan gotiye çawa ew derbas bû em ê wî bigirin û serjê bikin. Çeteyan li ser radestkirina min 100 hezarê lîreyên Sûriyê veqetandine. Ji ber ku ez Kurd im, welatparêz im û ji malbateke şehîdan im.”

‘2 ROJAN LI KOLANAN RAKETIM’

Mala Qawas a ku bi destê xwe bi salan ava kiriye, bi destê çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker hatiye hilweşandin û neçar maye ku ji axa xwe derkeve û canê xwe xilas bike. Qawas anî ziman ku piştî ku ew ji Serêkaniyê derketine, şerpeze bûne û wiha dibejê: “Ez 2 rojan li kolanê li ber dîwaran raketim. Ka ezê berê xwe bidim ku derê? Tu zirara me nebû, em di nav aramiyê de dijiyan. Ev çete hatin û dîsa em kirin hedef.”

Ji bo vegera Serêkaniyê ku her çiqas ji aliyê çeteyan ve hatibe hilweşandin jî Qawas dibejê: “Çeteyan Serêkaniyê şewitand. Heger dîwarek jî li Serêkaniyê de mabe ez ê li ber wî dîwarê xwe bim. Ez gelekî dixwazim vegerim Serêkaniyê lê heya ew çeteyên gemarî tê de bin, ez nikarin vegerim. Heger çete ji axa me derkevin em ê keyfxweş bibin û aramiya me dê vegere.”

Sîno Hisê Qawas niha li cem malbatekê dimînê û li benda vegera Serêkaniyê ye.

ANHA