Yek ji zarokên ji DAIŞ’ê xilas bû û bi fosfora dewleta Tirk şewitî; Mihemed

Civaka navdewletî kerasetên mirovî yên ku dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne,  paşguh dike. Ji wê zêdetir dosyaya bikaranîna Tirkiyê çekên qedexekirî ji bo xizmeta têkiliyên navdewletî li Sûriyê kirin barazan. Mihemed ê ku ji ber fosfora ku artêşa Tirk dişewite yek ji wan dîmenên zilma Tirkiyê ye û bîranînên komkujiyên Osmaniyan.

Yek ji zarokên ji DAIŞ’ê xilas bû û bi fosfora dewleta Tirk şewitî; Mihemed
26 mijdar, 2019   06:11
KOBANÊ-ZANA SEYDÎ-SAMIR OSMAN

Ne beşek di nirxandina tundrewî yan jî tundiya terorîst e lê belê xelekek lêkolînkirinek biçûk girêdayî kurekî ji encamên şer azar kişandiye. Di rêwîtiyeke dijwar de di nav bajarên cuda de ji bo vedîtina jiyanek ewle ku bi birîndarbûna bi fosforê spî di encama topbarana Tirkiyê de li ser bajarê Serêkaniyê bi dawî bû.

JI KABÛSA ŞERÊN LI KOBANÊ Û EFRÎNÊ HEYA FOSFORÊ SPÎ LI SERÊKANIYÊ

Çêroka Mihemed ê ji gundê Qere Qoy li rojavayê bajarê Kobanê bi 19 km û rêwîtiya 400 mîlan dema DAIŞ`ê li ser bajarê Kobanê di dawiya 2014`an de destpê kir. ji ber wan êrişan de tevî malbata xwe koçberî Efrînê li bakur rojavayê Sûriyê dibin. Li wir heya du salan dimînin lê ev rewş dirêj nake.

Di zivistana 2018`an de êrişa bejahî ya Tirkiyê li ser Efrînê destpê dike. Di encamê de zêdetirê nîv milyon sivîl di nav de malbata Mihemed ji kantona Efrînê koçber dibin. Vê carê malbat li gundê Tafşo li başûrê bajarê Kobanê heta 8 mehan bi cih dibin. Lê ji ber lêgerîna debara jiyanê malbata Mihemed ber bi Serêkaniyê ve bi destpêka vê salê koçber dibin.

Lê çend meh derbas nabin heta ku dinya bi Mihemedê 13 salî û malbata wî yak u ji xwişka wê Cînan û birayên wî Ehmed û Ferzad tevî dêya wî Cîhan û bavî wî Hemîd teng dibe. Tirkiyê di 9`ê Cotmehê de dest bi êrişên xwe li ser bajarê Serêkaniyê dike.

Tirkiyê tevî ku di êrişên xwe de bi hezaran çeteyên komên terorîst bi kar anî, bi çekên qedexekirî mîna fosforê spî li dijî bajêr bi kar anî.

Mihemed di encama wê êrişa Tirkiyê de di 10`ê Cotmehê de birîndar dibe. Li gel berxwedana Hêzên Sûriye Demokratîk a ku rê li pêşiya derbasbûna komên terorîst ên ku Enqere desteka wan dike, taxên bajêr yên bakur bibin.

NEZELABÛNA HELWESTA RÊXISTINÊN CÎHANÎ DER BARE BIKARANÎNA TIRKIYÊ FOSFORÊ

Mihemed û hejmarek şêniyên ku di encama wê êrişî de birîndar bûne, ji nexweşxaneya navçeya Til Temirê re li başûrê Serêkaniyê hatin rakirin. Wêneyên qêrîna Mihemed ji ber birînên xwe û bedenê wî veguheriye di dazgehên çapemeniyê de belav bûn.

Raporên rojavayî û çapemenî di nav de rêxistinên mafên mirovan ên cîhanî jê Rêxistina Efû ya navdewletî girêdayî bikaranîna hêzên Tirkiyê gaza fosfora spî ya qedexekirî di êrişên xwe de li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê belav bûn. lê nezalabûnek di wan rapor û îdiayan de heye. Paşê ew rêxistin û hikumet paşguh kirin.

DI NAVBERA XENIQÎNA ALAN Û QÊRÎNA MIHEMED DE BERJEWENDÎ LI SER MIROVAHIYÊ BI SER DIKEVE

Dosyaya Mihemed li ser masaya bazaran û temamkirina berjewendiyên nakok li Sûriyê ye. Mîna dozên din ên ku wijdana cîhanî hejand lê piştre paşguh kirin û li ser wan masayên dewletan di qadên navdewletî de winda bûn.

Laşê Mihemed ê ku şêwitî dişibe cenazeyê Alan (3) zarokê Kurd ê ku tevî bi sedan sûriyên ku ji ber şer revîne li beravên Tirkiyê û Yunanistanê xeniqî.

Di navbera azara şer de li welêt û azara koçberiyê û xeniqîna di nav deryayan de Tirkiyê hewl dide sûd ji xwîna sûriyan bigire û imperatoriya xwe li gel paşguhkirina navdewletî binpêkirinên wê li gorî berjewendiyên herêmî û navdewletî bi Enqereyê re, ava bike. Çîroka Mihemed û Alan destpê dike û di nezelalbûna qadên navdewletî de bi dawî dibe lê wek êşek di bîra şêniyên herêmê de dimîne.

(şx/bm)

ANHA