Koçber daxwaza derxistina dagirkeran û herêmek bisponseriya navnetewî dikin

Koçberên ku naçar bûne ji herêma Serêkaniyê ya hatiye dagirkirin derkevin, daxwaz kirin artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji herêmê bêne derxistin, herêmeke bi ewle di bin çavdêriyeke navnetewî de were avakirin da ku karibin vegerin malên xwe.

Koçber daxwaza derxistina dagirkeran û herêmek bisponseriya navnetewî dikin
Koçber daxwaza derxistina dagirkeran û herêmek bisponseriya navnetewî dikin
Koçber daxwaza derxistina dagirkeran û herêmek bisponseriya navnetewî dikin
Koçber daxwaza derxistina dagirkeran û herêmek bisponseriya navnetewî dikin
Koçber daxwaza derxistina dagirkeran û herêmek bisponseriya navnetewî dikin
Koçber daxwaza derxistina dagirkeran û herêmek bisponseriya navnetewî dikin
Koçber daxwaza derxistina dagirkeran û herêmek bisponseriya navnetewî dikin
26 mijdar, 2019   06:03
HESEKÊ – EHMED MIHEMED

Zêdeyî hezar û 800 koçberên ji Serêkaniyê, gund û navçeyên derdorê berê xwe dane kampa Waşokanî ku 12 km dikeve rojavayê Hesekê ya Rojhilatê Sûriyê. Kampa Waşokanî ji aliyê Rêveberiya Xweser ve ji bo koçberan hate avakirin.

Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji 9`ê Cotmeha derbasbûyî ve rastî êrişên dagirkerî ya dewleta Tirk û çateyên wê hatine, da ku herêmê dagir bikin. Çavdêr û lêkolîner dibînin ku diyare li ser dagirkeriyê hêzên navdewletî yên aktîv  ketine nava rêkeftinan. Di encam van êrişên dagirkerî de, zêdetir ji 300 hezar kes ji herdu bajarên Serêkaniyê û Girê Spî neçarî koçberiyê bûne.

Emîne Husên a 30 salî ji gundê Amiriye ya Serêkaniyê tevî hevjîn û zarokên xwe di kampê de dimîn in, di roja duwem de ji ber êrîşên dagirkeriyê û çeteyên wê ji bajêr derketin,wiha dibêje:`` Di roja duwem a êrîşên li ser Serêkaniyê de, em ji tirsa topbaranên tewşankî reviya hatin bajarê Hesekê.``

Emîne Husên, daxwaz kir hêzên navnetewî ewlehiya herêmê biparêze û hêzên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê derxînin da ku koçber karibin vegerin warên xwe.

Wezîrê derve yê Almanya hayko Mas pêştir ragihandibû ku welatê wî pêşniyar dike, li Sûriyê herêmeke bi ewle ya navdewletî were avakirin û girînge destwerdaneke navdewletî li hemberî êrişên Tirkiyê li ser herêmê were kirin da ku ew herêma ji ku çeteyên DAIŞ`ê hatiye rizgarkirin û aramiyê jiyan dike, were parastin. Wezîrê derve yê Almaniya eşkere kiribû ku girînge proseya siyasî were pêşve birin û ji operasyonên leşkerî dûr bikevin û bêne seknandin.

Koçberê bi navê Ehmed Hemîd ,têkildarî pêşniyarên avakirina herêmeke bi ewle ji aliyê hêzên navnetewî ve got:`` Em dixwazin vegerin,  em aramiyê û ewlehiyê dixwazin, bila hêzên navnetewî werin herêmê.``

Hemîd da zanîn ku hemû koçberên di kampê de dixwazin, ewlehî û aramî hebe da ku vegerin malên xwe û got ku bi hatina demsala zivistanê re dê şert û mercên tirajedî li benda koçberan be.``

Yûsif Silêman Ehmed koçberê ji gundê Nasiriye yê Serêkaniyê, li hemberî bêdengiya navdewletî ya li ser êrişên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê nerazîbûn nîşan da û got:`` Dewleta Tirk bi sûc û komkujiyên der heqê şêniyên herêmê de dixwaze herêmê dagir bike, hemû dewletan li dijî gelê Sûriyê rêkeftin e, di kîjan ol û mezheban de hatiye ku gelekî radestî çeteyan bikin? Derheqê me de kuştin, talankirin û komkujiyan pêk tînin, em dixwazin vegerin lê em wê yekê jî dizan in em vegerin komkujî li benda me ne, bila neteweyên yekbûyî li helwestên xwe veger da ku em karibin vegerin ware xwe.``

(rr/bm)

ANHA