ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 26. 11. 2019‘AN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 26. 11. 2019‘AN
26 mijdar, 2019   05:00

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin, dê werin şopandin.

-Qonaxa duyemîn a Berxwedanê Serdemê ya Efrînê dê were şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê werin şopandin.

-Li Hesekê û Kobanê şehîdên Berxwedana Rûmetê tên oxirkirin, saet 14:00‘an (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Efrînê bi merasîmekê li kampa Berxwedan nasnameyên 3 şehîdên Berxwedana Rûmetê radighîne, saet 14:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Koçberên ku naçar bûne ji herêma Serêkaniyê ya hatiye dagirkirin derkevin, daxwaz kirin artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji herêmê bêne derxistin, herêmeke bi ewle di bin çavdêriyeke navnetewî de were avakirin da ku karibin vegerin malên xwe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Civaka navdewletî kerasetên mirovî yên ku dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne,  paşguh dike. Ji wê zêdetir dosyaya bikaranîna Tirkiyê çekên qedexekirî ji bo xizmeta têkiliyên navdewletî li Sûriyê kirin barazan. Mihemed ê ku ji ber fosfora ku artêşa Tirk dişewite yek ji wan dîmenên zilma Tirkiyê ye û bîranînên komkujiyên Osmaniyan. (BI WÊNE).

-Kiryar û hovîtiya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li axa ku dagir kirine, berdewam dikin. Sîno Hisê Qawat 80 salî ye û ji Serêkaniyê ye, ji aliyê çeteyên girêdayî dewleta Tirk ve ji bo agahiyan li ser wî bidin an jî wî radest bikin, miqdarek pere veqetandine. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

Şêwermendê Rêveberiya Xweser Enwer El-Yehiya tekez kir ku kiriyar û binpêkirinên çeteyên dewleta Tirk li herêmên ku dagir dikin li Serêkaniyê û Girê Spî, armanca wê ku niştecihên resen neçarî koçberiyê bikin da ku guhertina demografî pêk bînin.

JIN

- Dayika şehîd Hevrîn Xelef got: "Yên çavê xwe li qetilkirin û tundiya li ser jinan girtine ji kesên ku bi çek şerê jinan dikin ne cûda ne. Ew hevkarên sûcdar û kujerên jinan in. “(BI WÊNE Û DÎMEN).

-Kongreya Star a navçeya Dirbêsiyê bi wesîleya 25‘ê Mijdarê meşekê li dar dixe, saet 09:00‘an. Bi heman armancê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê li Girkê Legê meşekê li dar dixe, saet 14:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Kongreya Star navenda xwe li gundê Mînas ê rojavayê bajarê Kobanê vedike, saet 11:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIWAN

-Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê li taxa Şêxmeqsûd a Helebê meşeke bi meşalayan ji bo piştgiriya Berxwedana Rûmetê li dar dixe, saet 17:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Komîteya Aborî û Çandiniyê bi hevkariya şêniyên Efrînê re, dest bi berhevkirina hilberîna patatan a li kantona Şehba hatiye çandin kirin, dê hilberîn li ser şêniyên Efrînê yên rastî ambargoyê hatine, bê belavkirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA