Li Qamişlo, Amûdê û Tirbespiyê meşên 25‘ê Mijdarê

Bi dirûşma ‘‘dagirkerî tundî ye, bi berxwedana Hevrînan em ê dagirkerî û faşîzmê têk bibin‘‘ jinên bajarên Qamişlo, Tirbespiyê û Amûdê daketin qadan, banga mezinkirina têkoşînê li hemberî tundiya li ser jinan kirin.

Li Qamişlo, Amûdê û Tirbespiyê meşên 25‘ê Mijdarê
Li Qamişlo, Amûdê û Tirbespiyê meşên 25‘ê Mijdarê
Li Qamişlo, Amûdê û Tirbespiyê meşên 25‘ê Mijdarê
Li Qamişlo, Amûdê û Tirbespiyê meşên 25‘ê Mijdarê
Li Qamişlo, Amûdê û Tirbespiyê meşên 25‘ê Mijdarê
Li Qamişlo, Amûdê û Tirbespiyê meşên 25‘ê Mijdarê
Li Qamişlo, Amûdê û Tirbespiyê meşên 25‘ê Mijdarê
Li Qamişlo, Amûdê û Tirbespiyê meşên 25‘ê Mijdarê
Li Qamişlo, Amûdê û Tirbespiyê meşên 25‘ê Mijdarê
Li Qamişlo, Amûdê û Tirbespiyê meşên 25‘ê Mijdarê
25 mijdar, 2019   15:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi wesîleya 25‘ê Mijdarê Roja Cîhanê ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan bi sedan jinên bajarê Qamişlo û navçeyên Tirbespiyê û Amûdê meş li dar xistin.

QAMIŞLO

Li bajarê Qamişlo bi dehan jinên bajêr, tevlî endamên saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û saziyên civaka sivîl li çerxerêya Şehîd Rûbar a rojavayê bajêr hatin ba hev. Jinan wêneyên têkoşer Sakîne Cansîz, Leyla Şaylamez, Fîdan Dogan, Hevrîn Xelef û dayika Aqîde û şehîdên di bersivdayîna êrişên dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser herêmê şehîd bûne, şehîdên teqîna bajarê Qamişlo û komkujiya 13‘ê Cotmehê ya li Serêkaniyê hida bûn. Her wiha pankartên bi nivîsên " Dagirkerî tundî ye..bi berxwedana Hevrînan em ê dagirkerî û faşîzmê têk bibin", "Jinê nekujin", "Ji bilî me tu kes nûnertiya me nake", "Jin jiyane jiyanê nekujin", "Jin jiyan e azadî" û "Tundiya li ser jinan rawestînin" vekiribûn.

Jinan elekên spî li ser nivîsa "Ji tundiyê re na" li xwe kiribûn ber bi çerxerêya Osman Sebrî ve dest bi meşê kirin û bi navber dirûşmên "Jin jiyan e azadî", "Jinê nekujin" û "Bijî berxwedana YPJ" berz dikirin.

Meş li çerxerêya Osman Sebrî rawestiya. Endama Rêveber a Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Suhêla Hamid axivî, bal kişand ku di salên şoreşê de li ser jinan tundî hate meşandin û berdêlên mezin jinan dan.

Suhêla destnîşan kir ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jinan di her qadan de xwe birêxistin kirin û roleke pêşeng lîsitin û got: "Dagirkeriya dewleta Tirk di êrişên xwe yên li dijî herêmê de xwestin îradeya jinê bikin hedef, qetilkirina Hevrîn Xelef delîlê vê yekê ye."

Suhêla Hamid banga mezinkirina têkoşînê li jinan kir.

AMÛDÊ

Li navçeya Amûdê bi tevlîbûna sedan jin, endamên Kongreya Star, Buroya Jinan a MSD, Yekitiya Jinên Suryan, jinên di nava partiyên siyasî de, mamosteyên jin, endamên Tevgera Çand û Hunerê ku cilên spî li xwe kiribûn meşek girseyî pêk hat.

Di meşê de pankertên "Sozkîn û Medya rûmeta me ne", "Ji îradeya jinê re erê", "Dagirkerî tundî ye", "QSD‘ê nûnertiya me dike", "Zarokên me nekujin", "Ji dagirkeriya Tirk re na", "Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî yên me ne", "Hevrîn sembola yekitiya jinan e", "Na ji koçberiyê re", "Bijî biratiya gelan" wêneyên şehîdan û qurbaniyên êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hilda bûn.

Meş ji qada Şehîd Cîhad a navenda navçeyê destpê kir. Di meşê de dirûşmên "Jin, jiyan, azadî", "Em hemû Hevrîn û Amara ne", "Bimire dagirker" û "Jinê nekujin" qîr dikirin.

Meş li qada Jina Azad veguherî mîtîngê. Rêvebera Kongreya Star a herêma Cizîrê Gulîstan Elî û berpirsa Partiya Yekitiya Jinên Suryan Sebah Şabo axivîn. Di axaftinan de hate gotin jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kiriyên çeteyên artêşa Tirk a dagirker û qetilkirina Hevrîn ji bîr nekin û gotin, Hevrîn wê bibe destpêka serkeftina li dijî dagirkeriyê.

TIRBESPIYÊ

Jinên ku tev li meşa li navçeya Tirbespiyê bûne pankartên bi nivîsên ‘‘Hevrîn sembola yekitiya jinan e‘‘, ‘‘Ne ji siyaseta koçberiyê re‘‘, ‘‘Zarokên me nekujin‘‘, ‘‘Na ji bêdengiya navdewletî re‘‘, ‘‘YPJ`ê nûnertiya me dike‘‘, ‘Kî bêdeng bimîne ew şirîk e‘‘, ‘‘Dagirkerî tundî ye.. bi berxwedana Hevrînê em ê dagirkerî û faşîzmê bişkînin‘‘, `Wê rojek bê dema rewş baş bin tu yê li paş xwe binêrî û bi serfiraziyê bihesî ji ber ku tu teslîm nebû‘‘  û alên YPJ`ê hildan.

Jinan wêneyên sekretera giştî ya Partiya Sûriyê  ya Pêşerojê Hevrîn Xelef, endamê rêveber ê Kongreya Star dayîka Aqîde, têkoşerên YPJ`ê yên di berxwedana li hember êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şehîd bûne rakirin.

Meş ji ber avahiya Kongreya Star a navçeya Tirbespiyê ya li bakurê Sûriyê destpê kir. Meşvan li kolana giştî ya navçeyê di nav berzkirina dirûşmeyên ‘‘Jin jiyan e azadî‘‘, ‘‘Bijî berxwedana YPJ`ê‘‘ û ‘‘Bijî berxwedana Rojava‘‘ meşiyan.

Meş  li aliyê rojavayê navçeyê rawestî . Piştre hevseroka Meclisa Sûriye Demokratîk Emîne Umer axivî û balkişand ser berxwedana jinê li hember êrişên artêşa Tirk a dagirker li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê  û got: "Ez keda ku ji bo rawestandina tundiya li ser jinê têne  dayîn pîroz dikim."

Emîne destnîşan kir ku tundiya li ser jinê ji berê ve ji hêla zihniyeta mêrdestî û pergalên zordest ve heye. Di dirêjahiya dîrokê de jin bi xweşî tê kuştin û gorî kirin. Li dijî wê destdirêjiyê tê kirin, bi bedena wê tê lîstin û tê kirîn û frotin.

Emîne di nav gotinên xwe de destnîşan kir ku rewşa jinê piştî şoreşa 19`ê Tîrmeha 2012`an hate guhertin û rêyek dirêj di têkoşînê de ji bo avakirina civakek demokratîk û azad qut kiriye û wiha got: "Jin li vir ji bo azadî, wekhevî û demokrasiyê tê dikoşe. Fedekarî pêşkêş kir, li ser tevahiya astan xwe bi rêxistin kir û gihaşt astekê ku dikare civak û zihniyeta ku jinê paşguh kiriye biguhere. Jin tev li tevahiya şerên li dijî komên terorîst û artêşên faşîst bû."

Emîne wiha domand: "Bûyerên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji destpêka êrişan ve rû didin, bi xwe tundiyek li dijî tevahiya çînên civakê, tundiyek bi zanabûn li dijî jinê ye. Di encama wê êrişê de zêdetirî 300 hezar kes ji mal, ax û bîranînên xwe koçber bûn. Azarên ku jin di kampan de dikşîne mezin e."

(ekîp)

ANHA