Li Bakurê Sûriyê xwepêşandanên çalakiyên Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser jinan

Li tevahî bajarên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwepêşandan û çalakiyên girseyî bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan li dar ketin.

Li Bakurê Sûriyê xwepêşandanên çalakiyên Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser jinan
25 mijdar, 2019   12:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi dirûşma "Dagirkerî tundî ye, bi berxwedana Hevrînan em ê dagirkerî û faşîzmê têk bibin" bi sedan jinên herêmên Cizîr, Firat, kantona Şehbayê, herêmên Teqa, Reqa û bajarê Minbicê bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan, daketin qadan.

DIRBÊSİYÊ

Bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan û bi dirûşma "Dagirkerî tundî ye, bi berxwedana Hevrînan em ê dagirkerî û faşîzmê têk bibin" bi sedan jinên navçeya Dirbêsiyê û gundewarên wê meşek li dar xist.

Jinan di meşê de, wêneyên sekreterê giştî ya Partiya Sûriyê ya Pêşerojê Hevrîn Xelef, wêneyên şervan Amara, dayika Eqîde û wêneyên komkujiyên ku artêşa dewleta Tirk a dagirker li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk anîne û alên YPJ’ê hilgirtin. Her wiha jî jinan cilên bi nivîsên "Na ji tundiya li dijî jinan re" li xwe kiribûn.

Meş li pêş Navenda Ciwanan a navçeyê dest pê kir û li kolanên sereke geriya û jinan dirûşmên tundiya ku bi mafên jinan de pêk tên, berz kirin û heta Çerxerêya Gardînya ya kolana giştî çûn. Piştî deqeyeke rêzgirtinê, berdevka Meclisa Jinan a Sûriyê Lîna Berekat axivî û got: "Di şoreşa jinan de, silav ji hemû jinên cîhanê re."

Lîna Berekat wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Me dirûşma ‘dagirkerî tundî ye û bi berxwedana Hevrîn, Amara, Çîçek, dayika Eqîde, Xwişkên Mirabal û bi berxwedana tevahî jinan dê dagirkerî û faşîzmê têk bibin’ hilda."

Li aliyekî din jî bi navê Kongreya Star a kantona Hesekê Zêneb Murad bal kişand ser ku artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê jinên Kurd hedef digirin. Ji ber ku jinên Kurd li tevahî cîhanê bi berxwedana xwe ya li hember terorîstan tên nasîn û dê dirûşma wan her ‘berxwedan jiyan e’ be.

Meş di dirûşmên bi dawî bû.

HESEKÊ

Kongreya  Star li bajarê Hesekê bi boneya Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan meşek li dar xist û bi sedan şêniyên bajêr li Çerxerêya Sînalko kom bûn  û berê xwe da Çerxerêya Agirkujiyê.

Beşdaran pankartên bi nivîsên "Hevrîn sembola yekitiya jinan e, xak xaka me ye, daxwaza me darizandina Erdogan e û QSD’ê hêza me ye" tevî dirûşmên silavkirina berxwedana jinan, Berxwedana Rûmetê û şehîdan berz kirin.

Li Çerxerêya Agirkujiyê meş vegerî mîtîngê û deqeyekê rêz girtin. Piştre endama Koordînasyona Kongreya Stat Hêva Erebo axivî û wiha got: "Îro li vir kom bûne ku li dijî tundiya li ser jinan a li tevahî cîhanê rawestin. Em ji salan ve ji bo wekheviyê dixebitin, şerê ji bo mirovahiyê dikin û bi hemû hêza xwe ku zanebûna jinan pêk bê, dixebitin."

Hêva Erebo bal kişand ser ku êrişên dijminatî yên ku dewleta Tirk pêk tîne, ji kuştin, revandin, dizîn û şewitandina malên sivîlan li bajarên ku dagir dikin, tevî bêdengiya navdewletî, nîşaneya eşkere ya dayîna dewleta Tirk a şewqa kesk a dagirkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.

EYN ÎSA

Bi sedan şêniyên navçeya Eyn Îsa û kantona Girê Spî bi boneya 25’ê Mijdarê meşek organîze kir.

Meşa ku hejmara jinan tê de pir bû, ji Çerxerêya El-Beca ya li naverasta navçeya Eyn Îsayê dest pê kir û li tevahî kolanên sereke gerî û li ser Rêya M4 veguherî mîtîngê.

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Girê Spî Ferîde Şerîf û endama Kongreya Star a navçeya Eyn Îsayê Reşa Selamê axivîn û binpêkirinên ji hêla artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyê wê ve li ser wan pêk tên, wekî çawa li şehîd Hevrîn Xelef û Amara kirine, şermezar kirin.

Axêveran bang li civaka navdewletî kir ku fişarê li dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bikin ku ji herêmê derkevin, da ku koçber li warên xwe vegerin û kiryarên li herêmên dagirkirî ku ji hêla dewleta Tirk ve pêk tên, rawestînin.

Meş bi dirûşma silavkirina berxwedana jinan, QSD’ê û şehîdan bi dawî bû.

KOBANÊ

Bi dirûşma "Dagirkerî tundî ye, bi rihê berxwedana Hevrînan em ê dagirkeriyê têk bibin"  bi sedan şêniyên kantona Kobanê li Qada Jina Azad kom bûn û meşek li dar xist.

Şêniyan dirûşmên şermezarkirina dagirkeriya Tirk li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û kiryarên wê yên li dijî jinan berz kirin.

Nesra Xelîl endama rêveberiya Kongreya Star a kantona Kobanê, axivî û daxwaz ji civaka navneteweyî û rêxistinên mirovî kir ku bi erka xwe rabin û û dagirkeriya Tirkiyê têk bibin, her wiha nehêlin komkujiyan li ser jinan û zarokan pêk bînin.

Nesra diyar kir ku dagirkeriya Tirk hovîtî û israra xwe ji bo betalkirina rola jinan di beşdarbûna jiyana civakî, siyasî û leşkerî de îsbat kir, dewleta Tirk bi rêdayîna kuştina têkoşer Hevrîn Xelef û bi dehan jinên din îsbat kir.

Her wiha endama rêveberiya Kongreya Star a bajarokê Sirînê Fatime Mihemed jî axivî û îşaret bi girîngiya rola jinan di rêvebirina civakê û di hemû qadan de, her wiha rola wê ya rêveberiyê di Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de kir.

Meş bi dirûşmên şermezarkirina dagirkeriya Tirkiyê bi dawî bû.

ŞEDADÊ

Li navçeya Şedadê ya girêdayî kantona Hesekê, bi dehan jin bi boneya Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan meşiyan.

Meş ji pêşiya meclisa navçeyê dest pê kir, jinan pankartên "Şer rawestînin, na ji tundiya jinan re" hildan.

Li navenda navçeyê jinan deqeyekê rêz girt, paşê endama Kongreya Star Rîhan Loqo axivî û diyar kir ku jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikaribûn gavên mezin biavêjin da ku tundiya li ser jinan rawestînin, her wiha bûn serkêşên hemû qadên jiyanê.

Rîhan diyar kir ku jinên Ereb di aloziya Sûriyê de xwe bi rêxistin kir û dikaribûn kevneşopên paşverû derbas bikin û rola xwe ya aktîf di civakê de bilîzin. Rîhan banga darizandina sûcdarên kuştina sekretera Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Hevrîn Xelef û kuştina şervana YPJ`ê Amara kir.

Meş bi dirûşmên silavkirina berxwedana jinan bi dawî bû.

MINBIC

Bi dirûşma "Dagirkerî tundî ye, bi berxwedana Hevrînan em ê dagirkerî û faşîzmê têk bibin" bi sedan şêniyên bajarê Minbicê meşeke girseyî bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan, li dar xist.

Meş ji Çerxerêya El-Mîzan a rojavayê bajêr ber bi kolana El-Wadî ya li naverasta bajêr ve dest pê kir û meşvanan pankartên bi nivîsên "Vîna me ji tundiya we bi hêztir e û destên xwe yên zilmkariyê rakin", "Hevrîn rûmeta me ye" û " Tundiya mezin, şer e" hildan.

Meşvanan deqeyekê rêz girt û piştre bi navê Meclisa Jinan a Sûriyê berdevka meclisê Îbtîsam Abduqadir axivî  û wiha got: "Bi navê jinên Minbicê, silavên rêzdariyê ji bo rihên Xwişkên Mirabal û rihê her jineke azad ku li dijî her cure tundî û destpotiyê li ber xwe daye, pêşkêş dikin. Di vê rojê de dengê xwe tev li dengên tevahî jinên cîhanê dikin ku tevahî cureyên tundiya li dijî jinan rawestînin."

Piştre bi navê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û Gundewarên Wê cîgira Meclisa Rêveber Şehrîban Çawîş axivî û anî ziman ku jin di tevahî serdemên berê de bi ked, qurbanî, qehremaniya xwe tên nasîn.

Li aliyekî din jî endama Meclisa Têkiliyan a Meclisa Jinan a Sûriyê ya Minbicê Rola Osman wiha da zanîn: "Tişta herî baş tevahî deng ji bo rawestandin û bidawîkirina tevahî cureyên tundiya li dijî jinan bê bilindkirin û di vê boneyê de pêwîst e ku jin û mêr di tevahî aliyan de beşdar bin da ku tundiya li dijî jinan rawestînin."

Bi navê Partiya Sûriyê ya Pêşerojê, hevseroka partiyê ya şaxê Minbicê Ezab Ebod axivî û bal kişand ser ku jin tevahî civak e, zaroka ku cîhanê di pêşerojê de ava dike. Tevî wan hemû jî, hê jî jin di tevahî cureyên tundiyê ji cihêrengiya çand û civakan re derbas dibin.

HELEB

Îro bi sedan ciwan û jin û dayikên taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyêyên Helebê bi boneya 25’ê Mijdarê meşek li dar xist. Jin li pêşiya Hola Civînan a 8`ê Adarê kom bûn û pankartên "Zarokên me nekujin, jin jiyan e, jiyanê nekujin, Amara rûmeta me ye, Hevrîn sembola yekbûna gelan e û na ji tûndiyê re, li dijî dagirkeriya Tirkiyê serhildanê li dar bixin" û gelek pankartên din hildan.

Jin di kolanên sereke ên taxa Şêxmeqsûd re meşiyan û dirûşm berz kirin.

Meş li Qada Cebanat rawestiya û li wir bi navê meclisa giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê endama rêveberiyê Raperîn Dêrik û bi navê partiya Pêşerojê ya Sûriyê Sebîha Efaşê û bi navê Mala Êzidî Ranya Cefer axivîn.

Axaftvanan îşaret bi tundiya li ser jinan kir û bi taybet ji aliyê dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ve û girîngiya bilindkirina têkoşînê kirin.

DÊRIK

Li bajarê Dêrikê bi hezaran jin li Qada Azadî kom bûn û wêneyên têkoşeran û sembolên kurdî û wêneyên zarokên ku di Berxwedana Rûmetê de şehîd bûn, hildan.

Şênî li kolanên bajarê Dêrikê meşiyan û dirûşmên şermezarkirina tundiya li dijî jinan ji aliyê faşîzma Tirkiyê û çeteyên wê ve berz kirin û wêneyên şehîd Hevrîn, Çîçek Kobanê û Amara Rênas hildan.

Jin ber bi Qada Jina Şoreşger ve meşiyan, her wiha deqeyekê rêz girtin. Paşê berdevka Kongreya Star Evîn Swêd axivî û spasiya hemû jin û jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û taybet ên di têkoşerên rizgarkirina jinan ji hişmendiya baviksalar kir.

Evîn wiha got: "Tundiya li ser jinan ji aliyê faşîzma Tirkiyê ve israrê bilindkirina têkoşînê zêdetir dike."

Paşê bi navê Buroya Jinan a Partiya Pêşerojê ya Sûriyê, Partiya Yekitiya Jinên Suryan û Jinên Kildanî axivîn û wiha gotin: "Jinan destanên lehengiyê di şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê de li dijî faşîzma Tirkiyê nivîsandin, bi taybet di êrişa Tirkiyê û çeteyên wê ya li ser Serêkaniyê û Girê Spî de."

Meş bi dirûşman bi dawî bû.

GIRKÊ LEGÊ

Bi dehan jinên navçeya Girkê Legê li Qada Şehîd Xebat a rojhilatê navçeyê kom bûn û meşek bi boneya Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan li dar xist.

Xwepêşandêran wêneyên şehîd Hevrîn Xelef, dayika Eqîde, pankartên "Dagirkerî tundî ye û em hemû Hevrîn in" û alên Kongreya Star hildan û li sûka navendî gerîn. Her wiha jî dirûşmên li dijî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê jî berz dan û berê xwe dan mala dayika Eqîde ya şehîd ku di karwanê sivîlan ê Serêkaniyê de ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve hatiye bombebarankirin û şehîd bûbû.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê, bi navê Tevgera Civaka Demokartîk (TEV-DEM) hevseroka meclisa tevgerê Zelal Cîger û bi navê Kongreya Star Perwîn Yûsif axivîn.

Axêveran piştrast kir ku dagirkerî, tundiya li dijî jinan e. Ev jî bi êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hedefgirtina jinên sivîl û şervanan bi taybet bi armanca şikandina vîna jinên azad, eşkere bû.

Axêveran bal kişand ser ku jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi yek refî li dijî tundî û şîdeta ku li dijî jinan pêk tê, disekinin û jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nimûneya jinên azad in.

Meş bi dirûşmên sekna li dijî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi dawî bû.

TIL HEMÎS

Jinên navçeya Til Hemîs a kantona Qamişlo meşek ji bo Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan, li dar xist.

Meş ji pêş meclisa navçeyê dest pê kir û li tevahî kolanên sereke gerî. Beşdaran pankartên "Bi rihên wê yên fedayî neteweya demokratîk pêk tê, na ji dewleta Tirk a dagirker re, dagirkerî tundî ye... bi berxwedana Hevrînan dê dagirkerî û faşîzmê têk bibin" ku bi zimanên erebî, kurdî û îngilîzî hatibûn nivîsîn, wêneyên şehîd, têkoşerên şoreşê, alên YPJ’ê û alên Kongreya Star hildan.

Jin li Qada Şehîdan a li naverasta bajêr sekinîn û deqeyekê rêz girt. Piştre endama Meclisa Giştî ya Partiya Sûriyê ya Pêşerojê Semîra El-Ezîz axivî û wiha got: "Ha ji nû ve dîrok xwe li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rêya şehîdxistina sekretera giştî ya Partiya Sûriyê ya Pêşerojê Hevrîn Xelef, dubare dike. Bi hemû rêbazên hovane ji hêla Ehrara El-Şerqiye ya bi piştevaniya Erdogan ve hat kuştin. Her wiha jî bi cenazeyên dayika Eqîde ya ku bang li azadiya jinan kiriye û hevrê Amara jî lîstin."

TIL BIRAK

Her wiha bi boneya 25’ê Mijarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan bi dehan jinên navçeya Til Birakê li pêşiya çerxerêya firina başûr kom bûn û dest bi meşê kirin.

Meşvanan sloganên "Jin jiyan e, jiyanê nekujin", "Bi têkoşîna jinan dê Serêkaniyê û Girê Spî rizgar bibin", "Na ji tundiya li ser jinan re", "Berxwedan jiyan e" berz kirin.

Meşvan li pêşiya Çerxerêya Şehîdan a li navrasta navçeyê sekinîn û bi deqeyekê rêz girtin. Piştre bi navê meclisa navçeyê Neda Behlewî, bi navê meclisa kantona Qamişlo Sebah Osman, bi navê Kongreya Star jî Henan Silêman axivîn. Axaftvanan diyar kir ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûiyê ku hatine dagirkirin, tundî rojane li dijî jinan ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve pêk tê.

Her wiha tekezkirin ku wê li ser şopa jinên ku di çeperên pêş ên şerê li dijî çeteyên DAIŞ`ê û artêşa Tirk û çeteyên wê de şehîd bûne, bin.

Axaftvanan her wiha bang li hemû jinên cîhanê kir ku divê Erdogan ji ber sûcên şer ku kirine were darizandin û dengê xwe ji bo vê yekê bilind bikin.

Meş bi slogan û dirûşmên silavkirina berxwedana jinan, bi dawî bû. 

ANHA