Hêzên Rejîma Sûriyê û Rûsyayê bi dijwarî başûrê Idlibê topbaran kirin

Hêzên Rejîma Sûriyê êrişên xwe li ser bajarê Idlibê didomîne. Herêm bi dijwarî li gel desteka balafirên Rûsyayê topbar kir di hewldanekê de jib o ku li gundê El-ferce pêş bikeve, piştî pêşketina wê duh bi şev.

Hêzên Rejîma Sûriyê û Rûsyayê bi dijwarî başûrê Idlibê topbaran kirin
25 mijdar, 2019   15:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Navena Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku şerên dijwar li xetên başûr rojhilatê bajarê Idlibê yên ku dikeve bin lihevkirina herêmên bêçek, di navbera komên çeteyên girêdayî Tirkiyê ji aliyekê ve û ji aliyê din ve hêzên Rejîmê de rû didin. Rejîma Sûriyê êrişî gundê El-Ferce dike.

Li gel wan şeran, bombebarana asmanî ji hêla balafirên şer ên Rejîmê li xetên şer û gundên din li gundewarê başûr rojhilatê Idlibê didome. Tevî topbaran bejahî ya dijwar a hêzên Rejîmê li ser herêmê.

Girêdayî heman mijarê balafirên Rûsyayê êrişî Idlibê kirin, Erbîne, Binîn û dora wê li başûrê bajêr bombebaran kirin. Di encamê de firina El-Îman li Binînê xirab bû.

Hêzên Rejîma Sûriyê duh di saetên derengiya şevê de li ser hesabê komên çeteyên girêdayî Tirkiyê pêşketin û bajarokê û gelek nuqte li başûr rojhilatê parêzgeha Idlibê kontrol kirin.

Ji çend rojan ve li herêmên bêçek şerên dijwar rû didin, bi destpêkirina gera duyemîn a civînên komîteya destûrî re hêzên Rejîma Sûriyê pêşketin.

(şx)

ANHA