Zanîngeha Kobanê dest bi sala nû ya perwerdeyê kir

Duh Zanîngeha Kobanê deriyên xwe li pêşiya bi dehan xwendekaran vekirin.

Zanîngeha Kobanê dest bi sala nû ya perwerdeyê kir
25 mijdar, 2019   13:34
KOBANÊ

Ji ber êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Zanîngeha Kobanê di vekirina deriyên xwe li pêşiya xwendaran de dereng ma. Duh sala nû ya xwendinê li Zanîngeha Kobanê dest pê kir.

Rêveberiya Zanîngehê plan dikir ku sala nû ya xwendinê di destpêka meha Mijdarê de dest pê bike, lê êrişên deweleta Tirk bûn sedema derengmayîna vekirina zanîngehê.

Hevserokê Zanîngeha Kobanê Kemal Besrawî diyar kir ku 133 xwendekaran îsal dest bi zanîngehê kir û bi dehan xwendekarên jî di salên 2017 û 2018’an de dest pê kiribû.

Beş û fakulteyên Zanîngeha Kobanê wiha ne; Fakulteya Zanyarî di nav de beşên fîzîk, kîmya, bîrkarî, biyolojî, Peymangeha Mexbera Tenduristiyê û Beşa Wêjeya Kurdî.

Kemal Besrawî ji ANHA`yê re wiha got: "Hejmara xwendekarên ku li zanîngehê hatin qebûlkirin ji salên berê zêdetir e. Em difikirin ku di salên bê de beşên nû li zanîngehê zêde bikin, lê em rastî zehmetiyan tên. Ji wan zehmetiyan tunebûna pisporên beşan, her wiha tengbûna avahiya zanîngehê ye."

Besrawî piştgiriya xwe ji xwendekaran re û pêşkêşkirina alîkariyê ji bo domandina perwerdeyê teqez kir, her wiha bang kir ku tu kes bi şerê çapemeniyê neyê xapandin.

ANHA