Xwepêşandêran rêyên Besrayê ya Iraqê girtin

Meş û xwepêşandan li Bexda û gelek bajarên din ên Iraqê didomin û îro xwepêşandêran li başûrê Iraqê rêyên sereke yên ber bi parêzgeha Besrayê ve diçin, girtin.

Xwepêşandêran rêyên Besrayê ya Iraqê girtin
25 mijdar, 2019   10:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Torên çapemeniyê yên erebî ragihand ku piranî rêyên ber bi parêzgehên Besrayê ve diçin, ev 2 roj e hatine girtin. Ew jî piştî ku 15 xwepêşandêr li parêzgehên başûr û paytext Bexdayê di 24 saetên dawîn de hatin kuştin û nêzî 150 kes jî birîndar bûn, pêk hat.
Li parêzgeha Besrayê, xwepêşandêran tekerên erebeyan li naverasta bajêr da ku rêyên sereke bigirin, şewitandin û her wiha jî rêya ber bi perava Um Qesir ve diçe jî girt. Lê di sibeha îro de tevgereke sivik a bazirganî û trafîkê li peravê çêbû.
Li gor Skynewsê, li Nasiriyê jî ku navenda parêzgeha Zîqar e, xwepêşandêran pirên Zeytûn, Nesir û Hedarat ên li naverasta bajêr girtin.
Şeva berê li Nasiriyê rê û pirên sereke bi rêya şewitandina tekerên erebeyan, hatin girtin. Li kêlekê jî xwepêşandêran agir bi avahiya El-Weqif El-Şîî xist.
Ji destpêka xwepêşandanên ku di Cotmeha borî de ku bi hezaran iraqî ku piraniya wan ciwan bûn, ku li hember nebaşbûna xizmetguzarî û gendeliyê rabûne, nêzî 340 kes hatin kuştin.
(fr)