Li Ezazê di teqînekê de 2 kes mirin û gelek kes birîndar bûn

Di encama teqîna motorsîklêteke bombebarkirî li bajarê Ezazê yê bejahiya bakurê Helebê de, 2 kes hatin kuştin û gelek kes birîndar bûn.

Li Ezazê di teqînekê de 2 kes mirin û gelek kes birîndar bûn
25 mijdar, 2019   10:31
MINBIC

Îro li bajarê Ezazê yê gundewarên bakurê Helebê, motorsîklêteke bombebarkirî li nêzî Goristana Şêx Seîd hat teqandin.
Çavkaniyan ji ajansa me re diyar kir ku di encama teqînê de 2 kes hatin kuştin û gelek kes jî birîndar bûn. Li gorî agahiyan, ta niha tu aliyan teqîn negirtiye ser xwe.
Çavkaniyan da zanîn ku ji ber şerên di navbera komên çete de li bajarê Ezazê û gundewarên wê, gel bi hêrs e û tevliheviya ewlekariyê heye.
ANHA