SOHR: Rejîmê cihên nû li başûrê Idlibê bi dest xistin

Piştî şerên dijwar û bi destekdayîna asîmanî ya Rûsyayê, duh di saetên derengiya şevê de hêzên rêjîmê bi pêş ve çûn û gundê Weîde tevî gelek cihên din ên li başûrê rojhilatê Idlibê, ji çeteyên Tirkiyê bi dest xistin.

SOHR: Rejîmê cihên nû li başûrê Idlibê bi dest xistin
25 mijdar, 2019   10:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), piştî şerên dijwar li gelek cihan li derdorê Idlibê, rêjîma Sûriyê bajarokê El-Zerzor û gundê Um Xelexîl û gelek cihên din ku di destê komên çete yên piştgiriya xwe ji Tirkiyê digirin de bûn, bi dest xistin.
Ajansa Spûtnîk a Rûsyayê jî ragihand ku rejîma Sûriyê û bi destekdayîna balafirên Rûsyayê, dikaribû bi pêş ve here û mezreyên El-Zerzor û bajarokê ku di destê çeteyên koma "Ejnad El-Qoqaz" de ku Rûsyayê ew xistiye lîsteya terorê, bi dest xistin.
ANHA