Mijarên rojnameyên erebî – 25 Mijdarê

Rojnameyên erebî yên îro behsa rewşa li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Idlib, xwepêşandanên li Iraq, Lubnan û Îranê kir.

Mijarên rojnameyên erebî – 25 Mijdarê
25 mijdar, 2019   10:19
NAVENDA NÛÇEYAN

EL-EREB: NAMEYÊN RÛSYAYÊ BI RÊYA IDLIBÊ YA ZEFTKIRINA TIRKIYÊ LI BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ
Rojnameyên erebî behsa rewşa Idlibê, Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û di vê çarçoveyê de rojnameya El-Ereb wiha nivîsand: "Parêzgeha Idlibê ya li Bakur û Rojavayê Sûriyê di van demên dawîn de piştî astengiya li dijî wê di mehên borî de, dîsa vegerî xeleka mijarê. Bi wê re jî çavdêr dibînin ku girêdayî nakokiyên di navbera Rûsya û dewleta Tirk ên li ser paşxaneya tevliheviya peymana Soçiyê ya girêdayî Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.
Ji beriya 2 hefteyan ve dîsa derbeyên asîmanî yên Rûsya û Sûriyê li dijî nuqteyên bejahî yên Idlibê li gel pêşketina bejahî ya hêzên hikumeta Sûriyê pêk hatin.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê yekşemê ragihand ku artêşa Sûriyê serweriya gundê Mişêrfa yê başûrê rojhilatê Idlibê piştî şerê dijwar bi komên çekdar li herêmê, kir.
Analîzvanan li ser pêşketinên heyî got ne ku tê wateya êrişeke nêzîk li herêmê dê rû bide. Lê belê heta niha nameyên gur ên Rûsyayê ji dewleta Tirk re hene ku hewl dide li dora peymana ku di Cotmeha borî de der barê Bakur û Rojhilatê Sûriyê de li dar ketiye, bizivire û dê li hember wê jî bersiv li ser erdê Idlibê tund be.
Dewleta Tirk beriya çend rojan soza jin û ve êrişkirina li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku Moskov û Washingtonê gefên kurdî ku ew bi nav dike, dûr nexe.
Ev helwesta dewleta Tirk piştî serdana serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan a DYA’yê hatiye ragihandin, rastî bersiva Wezareta Parastinê ya Rûsyayê bi awayekî hêrs hat ku tu êrişeke leşkerî li herêmê dê rewşê ji dêvla çareseriyê aloztir bike.
ÎMARAT EL-YEUM: 7 KUŞTIYÊN NÛ DI XWEPÊŞANDANÊN IRAQÊ DE Û XWEPÊŞANDANÊN SIVÎL ZÊDE DIBIN
Der barê Iraqê de, rojnameya Îmarat El-Yewm wiha anî ziman: "Duh şahid û bijîşkên Iraqê ragihand ku 7 xwepêşandêr hatin kuştin û zêdetirî 300’ên dîtir di xwepêşandanên li parêzgehên Bexda, Besra, Zîqar û Kerbelayê de ya di navbera hêzên ewlehî û xwepêşandêran de şeva borî birîndar bûn. Di qadên Iraqê de bi hezaran xwepêşandêr tevî şîdeta ewlehî û girtina kolanên Bexdayê û 9 parêzgehên dîtir, hebûn."
ŞERQ EL-EWSAT: XWEPÊŞANDAN LI ‘EHED EL-TEKLÎF’ A LUBNANÊ
Têkildarî rewşa Lubnanê, rojnameya Şerq El-Ewset wiha got: "Duh xwepêşandêrên Lubnanê li qadên herêmê kom bûn, xwepêşandêran navê xwepêşandanê kir ‘Ehed El-Teklîf’ da ku zextê ji bo lezkirina avakirina hikumetê bike, her wiha vexwendin di sibehê de di bin navê “Nan û Xwê” de li peravên Lubnanê hate kirin, da ku nerazîbûna xwe ji guhartinên li ser berhemên deryayî nîşan bidin."
Duh tevgera xwepêşandanan li pêşiya balyozxaneya Amerîkayê pêk hat, da ku nerazîbûna xwe ji destwerdanên derve diyar bikin. Her wiha doza sekinandina zarokan li bajarokê Hemana ya li çiyayê Lubnanê, tevlihevî û tevgereke ji parêzerên civaka sivîl çêkir. Girtina zarokan di encama qetandina wêneyekê li pêşiya navenda "Teyar El-Wetenî El-Hor" de pêk hat.
EL-BEYAN: JEVKIRINA SAZIYÊN "EL-ÎXWAN" EREKA DESTÛRÎ YE
Der barê rewşa Sûdanê de, rojnameya El-Beyan wiha nivîsî: "Hêzên Deklarasyona Azadî û Guhertinê hevkarê sivîl di desthilata rêveber li Sûdanê, destnîşan kir ku çalakiya jevkirina saziyên rejîma El-Îxwan erka destûrî ye. Her wiha bi tundî biryarên hikumeta demkî ya dûrxistina sembolên rejîma berê derewand ku bi hewldana bihêzkirina kiryarên rejîma Îxwanan e.
ŞERQ EL-EWSAT: TEHRANÊ SOZA "DAN Û STANDINÊN HOVANE" DA SERKÊŞÊN XWEPÊŞANDANAN
Têkildarî rewşa Îranê jî rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsand: "Duh Elî Fedwî cîgirê fermandarê Artêşa Pasdaran a Îranê soz da serkêşên xwepêşandêrên ku li dijî biryara bilindkirina nirxê sotemeniyê derketin, ku ew ê bersiveke hovane bidin.”
(fr-jo)