Li 3 navendan çalakiyên 25‘ê Mijdarê

Jinên Rêxistina Mafên Mirovan a kantona Efrînê, rêxistin, sazî , komeleyên jinan ên Herêma Cizîrê daxuyanî der barê Roja Cîhanê ya Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan de weşandin û her wiha jî xwendekarên bajarê Minbicê çalakiyeke protestoyî kirin.

Li 3 navendan çalakiyên 25‘ê Mijdarê
Li 3 navendan çalakiyên 25‘ê Mijdarê
Li 3 navendan çalakiyên 25‘ê Mijdarê
Li 3 navendan çalakiyên 25‘ê Mijdarê
Li 3 navendan çalakiyên 25‘ê Mijdarê
Li 3 navendan çalakiyên 25‘ê Mijdarê
Li 3 navendan çalakiyên 25‘ê Mijdarê
24 mijdar, 2019   14:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Di rêzeçalakiyên Roja Cîhanê ya Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan a 25’ê Mijdarê bi diruşma" Dagirkerî tundî ye...bi berxwedana Hevrînan dê faşîstê têk bibin" de li gelek herêman çalakiyên cur bi cur rûdan.

ŞEHBA

Jinên di Rêxistina Mafên Mirovan de daxuyaniyek weşand ku tê de, tundiya li dijî jinên ku li xakên dagirkirî ne pêk tê, şermezar kir û bang li rêxistin û desteyan kir ku ji bêdengiya xwe der barê binpêkirinên bi serê jinan de yên ku ji hêla artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve tên, derkevin.

Bi dehan jinên di Rêxistina Mafên Mirovan, Saziyên Civaka Sivîl û Yekitiya Jinan de li kampa Serdemê ya navçeya Ehdas a Şehbayê kom bûn û wêneyên şehîd Hevrîn Xelef, Amara, Nercis Dawûd, wêneyên sûcên şer ên ku dewleta Tirk a dagirker li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk anîne, rakirin.

Daxuyanî bi zimanên erebî û kurdî hat xwednin. Endama Rêxistina Mafên Mirovan Sermîra Abdurehman bi zimanê Erebî xwend û bi zimanê kurdî jî Zêneb Mihemed daxuyanî xwend.

Daxuyanî wiha ye:

Dema ku piranî dibînin ku jin nîvê civakê ye, lê gelek jî berevajî wê dibînin ku tevahiya civakê ye. Her wiha jin, dayik e ku di malzaroka xwe de stûnên pêşerojê hildigire, dibistana yekemîn di civakê de ye. Hê jî li hember şêweyên zilmê ku li tevahî cîhanê li dijî wê pêk tên, derdikeve. Ji ber ku jin li hember tevahî cureyên tundiyê derdikeve, divayabû tevgereke navneteweyî li hemberê derkeve. Di sala 1999’an de bi biryara ji Komeleya Gitşî ya NY’yê hat standin ku 25’ê Mijdarê bibe Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan û her wiha di her salê de banga cîhanî be.

Ji dema ku dewleta Tirk û komên çete yên girêdayî wê êriş li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk anîn ve, hovîtirîn sûc ku ne dar, kevr û ne jî mirov jê bê par man têne kirin. Bi wê re jî tevahî qanûn û hevpeymanên navdewletî bin pê kirin û rêgezên mirovî û exlaqî di ber çavan negertin. Ya herî zêde di vî şerî de fatore daye, jin û zarok bûn ku di kuştin, îşkence û koçberkirin û revandinê re derbas bûn û ji bilî wê jî binpêkirin bi mafên jinan de pêk hatin. Her wiha hejmara qurbaniyên jin li herêma Efrînê gihaşt nêzî hezar û 200 qurbanî, hejmara kuştiyan jî gihaşt nêzî 40 jinan. Her wiha (1000) hatin hevendin, birîndar(100) û tecawîzkirin jî (60). Di rewşa tundiya cesedî, tecawîzkirin û gotinên nebaş de jî, kesên tê re derbas bûne ji ber gotinên civakê û tirsa wê nikarin biaxivin. Bi wê re jî rewşên xwekuştinê bi hejmara 5 kesan derket. Tê zanîn ku ev serjimarî ne aya ne û ji sedî 30 ku ji hejmara rastîn ku li ser erdê pêk hatine. Ev jî têra wan nekir, lê belê bipêkirin bi mafên miriyan de jî kirin û bi cenazeyên hin jinan weke çawa bi cenazeyê Sekreterê Giştî ya Partiya Sûriyê ya Pêşerojê şehîd Hevrîn Xelef lîstine, lîstin. Her wiha weke ku berê jî bi cenazeya şervan Barîn Kobanê lîstine.

Armanca sereke ji astengkirina li ser şêniyan, neçarkirina li ser şêniyên resen a koçberkirina bizorê ku planên demografiyê û qirkirina etnîkî bi mafên pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de pêk bînin. Da ku rola jinan di civakê de rakin û bi wê re jî fikra DAIŞ’ê ya tundrew vejînin.

Ev sûc binpêkirineke rêzgezên bingehîn a mîsaqên NY, Ragihandina Cîhanê ya Mafên Mirovan û 4 Peymanên Cinêvê ne. Benda duyemîn a madeya 27’an ji peymana Cinêvê ya 4’emîn piştrast dike ku divê parastina jin bi çi sîfetê dibe bila bibe, bi taybet li hember tundiya li ser rûmeta wan û nexasim li dijî tecawîzê bê pêkanîn. Her wiha di madeya 12’an a peymana Cinêvê ya yekemîn û madeya 14’an a Cinêvê ya 3’yemîn der barê dan û stanên bi jinan re divê bi rûmet bê kirin. Her wiha şêniyên ku ji warên xwe bi zorê koç bûne û li kampên di xaka Sûriyê de bi cih bûne, di bandorên derûnî û fişarên civakî re derbas dibin.

Em wek jinên karker di Rêxistina Mafên Mirovan û rêxistinên Civaka Sivîl ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevahî kiriyarên terorî û binpêkirinên ku gihîştine asta sûcên şer û dijmiroahiyê ku dewleta Tirk û komên girêdayî wê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk anîne, red dikin. Bang li tevahî rêxistinên sivîl, hiqûqnas û Desteya NY’yê dikin ku bi erkên xwe yên exlaqî, qanûnî û mirovî rabin û ji bêdengiya xwe der barê bûyerên ku bi serê jinan û gelê Sûriyê bi giştî de tên, derkevin. Her wiha jî binpêkirinên ku jin ji hêla sûcdarên serdemê(komên Artêşa El-Wetenî ya Sûriy) yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker ve derbas dibin bi awayekî lezgîn rawestînin."

MINBIC

Meclisa Jinên Ciwan bi hevkariya Tevgera Xwendekarên Demokratîk a Minbic û Gundewarên wê xwepêşandanek bi boneya nêzîkbîna 25’ê Mijdarê ya Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan, li dar xist.

Xwendekarên dibistana amadehî ya keçan a li naverasta bajêr xwepêşandanek li dar xist. Her wiha xwendekaran pankartên bi nivîsên"Na ji tundiya  Tirkiyê li ser jinên siyasetmedar” Hefrîn Xelef rûmeta me ye” rakiribûn.

Di dawiyê de, dirûşmeyên redkirina tundiya li ser jinê û dagirkeriya dewleta Tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hate berizkirin.

QAMİŞLO

Bi diruşma" Jina azad civaka azad a bêyî tundiyê ava dike" re, Desteya Jinan a Herêma Cizîrê daxuyaniyek bi rashatina Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan weşand. Daxuyanî li pêş avahiya desteyê ya li taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo hat xwendin. Rêxistinên jinan, Kongreya Star, Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Meclisa Jinan a Sûriyê, Koordînasyona Jinan a Rêveberiya Xweser a Demokratîk, Yekitiya Jinan a Suryan, Buroya Jinan a Meclisa Sûriyê ya Demokratîk(MSD), Buroya Jinan a Partiya Sûriyê ya Pêşerojê, Buroya Jinan a PYD’ê, Rêxistina Jinan a Ciwan, Jina Komunîst û Rêxistina Sara ya li Dijî Tundiya li Ser Jinan beşarî daxuyanî bûn.

Daxuyanî bi zimanên kurdî, erebî û suryanî hat xwendin. Bi zimanê kurdî ji hêla rêvebera Kongreya Star a Qamişlo Îbtîsam El-Husên, bi zimanê erebî ji hêla rêvebera Rêxistina Sara ya li Dijî Tundiya li Ser Jinan Ronî Hesen û bi zimanê suryanî ji hêla endama Yekitiya Jinan a Suryanî Meryana Îsa ve hat xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

"Jin bûbû û hê jî dibe kaniya jiyan û navenda vejandina civakê. Keşfkirin û afrîneriyên ku jinan xuliqandinê û pêşkêşî tevahî mirovahiyê kirine, hê jî mirovahî heta roja me ya îro li ser mîrasa wê jiyan dike. Navê jinê bi jiyanê hat binavkirin ku rola wê ya girîng di mirovahiyê de heye. civak bi aştî, wekhevî, edalet û azadiyê di hembêza serdema dayiktiyê de jiyan kir.

‘DİVÊ Lİ HEMBER ZİHNİYETA MÊRDESTÛ KAPÎTALÎZMÊ BÊ RAWESTANDİN‘

Piştî daxuyaniyê ye, ajansa me bi endama Kongreya Stata a bajarê Qamişlo Salha Keleş re hevpeyvîn çêkir û Salha wiha anî ziman ku ew wek jin ji bo standina mafên xwe yên ku jê hatine birin, têdikoşin. Her wiha Salha diyar kir ku pêwîst e tevahî li hember hemû cureyên tundî û şideta ku bi mafên jinan ji hêla rêxistinên destpot, zihniyeta mêrdestî û kampîlîzmê ve pêk tên, bisekinin.

(fr)

ANHA