Koçber: Gundê me rastî topbaranê hat, QSD`ê em rizgar kirin

Sivîlên ku ji ber êrişên dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê reviyane, gotin ku artêşa Tirk gundê wan bi dijwarî topbaran dikir û Hêzên Sûriye Demokratîk (QSD) ew rizgar kirin û gihandin cihên ewle.

Koçber: Gundê me rastî topbaranê hat, QSD`ê em rizgar kirin
24 mijdar, 2019   14:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Gundên rojavayî navçeya Eyn Îsayê ya herêma Firatê, ji duh sibehê de rastî êrişên bi çekên giran û tangan ji aliyê artêşa Tirk a dagiker û çeteyên wê ve tên.

Hêzên Sûriye Demokratîk dikarîbûn hejmareke mezin a sivîlan ji gundê Sayda yê rojavayî Eyn Îsa, rizgar bikin û gihandin cihên ewle. Sivîlekî diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, gund bi dijwarî topbaran kirin.

Koçberekî ji gundê Sayda jî wiha got: "gundê me bê serûber dihat topbaran kirin. Şêniyên gund heta sibehê di malekê de kom bûn, piştre QSD û em xilas kirin û birin cihên ewle."

Hêjayî bibîrxistinê ye ku, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê DAIŞ û El-Nusra ji saet 6:45 duh sibehê de bi çekên giran û tangan gundên rojavayî navçeya Eyn Îsa ya girêdayî herêma Firatê, bi taybetî aliyê bakurî kampa Eyn Îsa yê 1 km dûrî navçeyê ye, topbaran dike.

ANHA