Ev çar sal in ku li ser xistina balafira Rûsya derbas dibe, çi bi serê Tirkiyê hat?

Di rojeke weke îro beriya 4 salan, balafira Rûsya ji aliyê dewleta Tirk ve hate xistin û aloziyeke mezin di navbera Rûsya û Tirkiyê de destpê kir. Erdogan, neçar ma serî xwe li hemberî Rûsya bitewîne û xwe avêt hembêza Rûsya û roj bi roj tewîz ji Pûtin re dan.  

Ev çar sal in ku li ser xistina balafira Rûsya derbas dibe, çi bi serê Tirkiyê hat?
24 mijdar, 2019   11:58
NAVENDA NÛÇEYAN-YEHYA HEBÎB

Di 24`ê Mijdara sala 2015`an de, dewleta Tirk bi hinceta ku balafira Rûsya sînorê Tirkiyê derbas kiriye, xisit xwarê, lê Rûsya ev gotegot red kir.

Piştre, Moskovê cezayên aborî li ser Tirkiyê feriz kirin û ji Tirkiyê xwest ku lêborînê li ser bûyerê bixwaze.

Rûsya wê demê qedexekirina li ser kelûpelên Tirkiyê, boykotkirina hemû serdanên torizmê li Tirkiyê, rawestandina avakirina xeta gazê ya bi rêya deryaya Reş û stasyona enerjiya nûklerî.

Her wiha serokê Rûsya Pûtin, hişyarî da hemwelatiyên xwe ku neçin Tirkiyê.

Pûtin xistina balafirê wekî derbeya li piştê binav kir û di kanûna 2015`an de heqaret li fermandariya Tirkiyê kir.

XISTINA BALAFIRA RÛSYA, TÊKILIYA MALBATA ERDOGAN BI DAIŞ`Ê RE ZELAL KIR

Piştî xistina balafirê, Moskovê cara yekemîn Erdogan û malbata wî bi piştgiriya yekser bi DAIŞ`ê re li Sûriyê, tewanbar kir.

Cîgirê Wezîrê Parastinê yê Rûsya Anatoly Antonov, di civîneke çapemeniyê de ku cara yekemîn rojnamevanên biyanî têde amade bûn, got: “Diyar dibe ku petrola diziyê ya Sûriyê û Iraqê, Tirkiyê bikar tîne. Li gorî agahiyan çîna siyasî ya hakim û di nav de jî  serokkomar Erdogan û malbata wî, di nava vê bazirganiya ne rewa de, cih digirin.”

Anatoly Antonov got paşguhkirina hikûmeta Tirkiyê bê sînor e û diyar kir ku Rûsya gelek caran der barê xeteriya danûstandina bi terorê re hişyarî da.

Anatoly Antonov di axaftina xwe de wiha got:"Ma hûn pirsa der barê kurê serokkomarê Tirkiyê ku serokatiya mezintirîn şîrketên petrolê dike, nakin? Hevjînê keça wî weke wezîrê enerjiyê hat erkdarkirin? Çi şîrketeke malbatî baş e."

Di dema têkilî bi Rûsya re ne baş bû têkiliyê bi DYA`yê jî re xira bû. Tirkiyê xwe di bin zexteke navdewletî mezin de dît.

ERDOGAN JI BO XISTIAN BALAFIRA RÛSÎ POŞMANE

Lêborîn di dawiya meha Hezîrên de dest pê kir. Erdogan peyamek ji Putin re şand. Di peyamê de lêborîn xwest ku çekên hewayî yên Tirkiyê balafireke Rûsî (Sukhoi Su-24) li ser sînorê Tirkiyê – Sûriyê di 24`ê Mijdara 2015`an xistin xwar her wiha Erdogan lêborîn ji malbatên ku di encama wê de hatin kuştin, xwest.

Erdogan hewl da rewşê sakin bike û got:"Bi rastî ez ji ber vê bûyerê xemgîn im. Me dixwest ku ev yek pêk nehata. Em hêvîdarin ku ev yek careke din neyên dûbare kirin.”

Erdogan di berdewama gotina xwe de ev tişt anî ziman:"Em bi hêvî ne ku ev doz di navbera me û Rûsya de bi awayekî zêde mezin nebe û bandoriyeke xirab li ser pêşerojê nehêle."

Her wiha tekez kir ku Rûsya ji bo Tirkiyê pir girînge wek ku çawa Tirkiyê ji Rûsya re girînge û herdû welat nikarin dev ji hev berdin.

RÛSYA TIRKIYÊ TEHRÎD DIKE Û WÊ DIKŞÎNE ALIYÊ XWE

Bûyera xistina balafira Rûsî bi tena xwe Tirkiyê xist sêkoşeyê û paşê bûyera kuştina qunsulistê Rûsî jî. Enqere di kêliyekê de xwe li pêşiya Rûsya zeyîf dît ji ber ji hêrsa wê ditirsiya. Her wiha rewşa hundirê Tirkiyê zext li ser wê zêde kir. Hewldanên derbeyê û nakokiyên di hundirê AKP`ê û saziya leşkerî, çêbûn.

Di vê demê de serokkomarê Tirkiyê Erdogan daxwaza hevdîtinê bi serokê Rûsyayê Pûtîn re kir. Piştî wê dewleta Tirk gelek tawîzên mezin pêşkêş kirin û nexasim li Sûriyê, her wiha nêzî aliyê Rûsyayê bû.

Ji lewre Erdogan neçar ma ku li gor daxwazên Moskova li Sûriyê tev bigere, herêmên di bin serweriya wê de radestî hêzên rejîmê û Rûsyayê kirin.

Tawîzên Tirkiyê ji Rûsyayê re di cihekî de neman, lê belê ber bi kirîna dewleta Tirk a pergala parastinê ya Rûsyayê ya S-400’an ve derbas kir. Bi wê re jî di navbera Enqere, DYA’yê û NATO’yê de nakokî çêbûn.

Dewleta Tirk, bi sedema reftar û tevgerên Erdogan êdî ketiye helwestekê ku dexesî lê nabe. Ji aliyekî ve neçar e ji Rûsyayê re hin tawîzan pêşkêş bike da ku dozên kevn wek xistina balafira Rûsyayê, belge , agahiyên li gel Rûsya yên der barê piştevaniya Erdogan a DAIŞ’ê re, neyên vekirin û ji aliyekî dîtir ve jî têkiliya wê bi NATO û rojava re û di serî de Amerîka di navbera du dîwaran de ye.

Di vî warî de pirseke girînge heye ku dê heta kengî dewleta Tirk bi têkiliyên navdewletî yên nakok re berdewam bike û dê ew ê zirarê dema ku çi aliyekî  ji bilî yê din vebijart, bibîne.

(bx-fr)

ANHA