Tevgera Jinên Êzîdî bang li tevahî jinên cîhanê kir: Serî li dijî kuştina jinan hildin

Tevgera Jinên Êzîdî piştrast kir ku ew wek jinên Êzîdî dê bi tevahî jinên cîhanê re û di serî de jî jinên li Rojava li dijî qirkirinan, hevgirtî bin.

Tevgera Jinên Êzîdî bang li tevahî jinên cîhanê kir: Serî li dijî kuştina jinan hildin
24 mijdar, 2019   12:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi boneya Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinan a 25’ê Mijdarê, Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî daxuyaniyeke nivîsî weşand.

Daxuyaniya wiha ye:

Bi berxwedana sê xwişkên Mirabal ku li dijî zihniyeta mêrdestiyê, zilm û tundiya navdewletî li ber xwe dane û têkoşîne û her wiha di oxira azadiya jinan de jî canê xwe dane, tevahî şehîdên têkoşer ên cîhanê bi bîr tînin û berxwedana bêhempa ya jinan silav dikin.

Di 2014’an de, em wek jinên Êzîdî di qirkirina hovane ya ji hêla nûnerên modernîteya kampîtalîst DAIŞ û hevalbenên wê ve derbas bûn, lewre divê tevahî li dijî qirkirina hevgirtî bin. Em wek jinên Êzîdî dê bi tevahî jinên cîhanê, di serî de jinên Rojava, tevahî Rojhilata Navîn, Asya Navîn, Amerîka Latîn û Ewropayê re, hevgirtî bin.

Li ser rêç û şopa 3 xweşkên Mirabal, îro berxwedanên Hevrînan, Amaran û Bêrîvanan ên  ku radestî dewleta Tirk a faşîst û çeteyên wê nebûne, dibînin. Em wek jinên Êzîdî di dijwartirîn êrişên sedesala 21’an re derbas bûn û hê jî xeterî li pey civaka Êzîdî, bi teybet li ser jinên Êzîdî heye. Dixwazin di kesayeta jina Êzîdî de vîna tevahî jinan bişkînin û dixwazin hedefên xwe bi rêya kuştina giştî ya jinan pêk bînin. Weke çawa bi hezaran jinên Êzîdî revandin, firotin û kirîn û hin jî wan kuştin. Xwestin ku bi êrişa li dijî kesyeta şehîd Hevrîn, êrişî vîna şoreşgerî ya jinan bikin..

Di 5 salên dawîn ji êrişa dewleta Tirk û bi alîkariya PDK’ê tenê li dijî xaka Şengalê nesekinî, lê belê ji 05.11.2019’an ve û heta niha dewleta Tirk bi rêya balafirên keşfê 4 caran êrişî gelê Êzîdî yê li Şengalê kirin û sivîl hedef girtin. Tevî ku NY û YE’yê der barê êrişên li dij Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku sûcên şer in, li xwe mikur hatine, lê armanca Erdogan ji van êrişan, rizgarkirina çeteyên DAIŞ’ê, qirkirina tevahî jinan mîna ku çawa li bi serê gelê Êzîdî û jinên wê de kiriye, pêk bîne. Lê belê NY û YE’yê li hember van komkujî û qirkirinan bê deng in. Ji dêvla binpêkirinên Erdogan rawestînin, Erdogan û DAIŞ’ê li pêş dadgehên navdewletî der heqê sûcên ku bi mafên tevahî jinan de pêk anîne, mecala asîmanî li pêş dewleta Tirk li hember êrişên li Şengal û Rojava bigirin, siyasetên parçekirin û dagirkirinê li gor berjewendiyên xwe pêk tînin  û her wiha jî xwe li ser berjewendiyên desthilatî yên qaşo parastina jinên Êzîdî dikin, ava dikin.

Bi boneya 25’ê Mijdarê, bang li NY, YE’yê, tevahî jinên cîhanê , raya giştî dikin ku li dijî kuştina jinên Şengalê serî hildin û divê fermî bi Tevgera Azadiya Jinan a Êzîdî wek vîna jinan a Êzîdî bên itîrafkirin û her wiha jî fermî bi Hêzên Parastina Jinan ên Êzîdî bê itîrafkirin.

Bi têkoşîna xwe, dikarin li kêrî mîras û têkoşîna xweşkên Mirabal, Hevrîn, Amara, Bêrîvan û tevahî şehîdên Şengal, derkevin.

(fr)

ANHA