Heyva Sor a Kurd noqteyeke tenduristî li kampa Waşokanî vedike

Da ku xizmetên tenduristî ji koçberên li kampê dimînin re pêşkêş bike, Heyva Sor a Kurd noqteyeke tendurustî li kampa Waşokanî vedike.

Heyva Sor a Kurd noqteyeke tenduristî li kampa Waşokanî vedike
Heyva Sor a Kurd noqteyeke tenduristî li kampa Waşokanî vedike
Heyva Sor a Kurd noqteyeke tenduristî li kampa Waşokanî vedike
Heyva Sor a Kurd noqteyeke tenduristî li kampa Waşokanî vedike
Heyva Sor a Kurd noqteyeke tenduristî li kampa Waşokanî vedike
24 mijdar, 2019   10:41
HESEKÊ-NISRÎN ELÎ

Kampa Waşokanî 12 km li rojavayî bajarê Hesekê dikeve. Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hevakariya Desteya Karûbarên Rêxistinan û Heyva Sor a Kurd re, bi hemî derfetên xwe dewl dide ku pêdiviyên jiyanî ji koçberên kampê re bi cih bîne.

Di kampê de zêdetirî 1800 kes dimîne û rojane zêdetirî 20 malbatan berê xwe didin kampê. Ji ber kêmbûna xizmetan û zêdebûna hejmara koçberan, êş û azarên koçberan zêdetir dibin. Ji ber vê yekê Heyva Sor a Kurd hewl dide ku xizmet û lênêrîna tenduristî ji koçberan re pêşkêş bike.

Ji ber ku rêxistinên din ên alîkariyan noqteyên xwe di kampê de venekirine û tu hewldanên wan di vê der barê de tune ne, Heyva Sor a Kurd berpirsyariya pêşkêşkirina alîkariyan hilgirtiye ser milê xwe.

Kordînatorê Tenduristî ya Heyva Sor a Kurd li kampa Waşokanî Ciwan Seîd, têkildarî mijarê got: “Rêxistina me bi hemû derfetên xwe yên heyî hewl dide ku pêwîstiyên koçberên ji Serêkaniyê û gundewarên wê ku li kampê dimînin, bi cih bîne."

Ciwan Seîd bi domdarî got: "Di dema niha de, di hundir kampê de noqteyeke gerok ji her du beşên jinan û hundirîn re, her wiha 2 ambulansên ku 24 saetan kar dikin, hene."

Seîd destnîşan kir ku ew xebatên xwe ji bo peydakirina cihê noqteya tenduristî ku ji beşên "diran, hundirîn, jin, zarok" pêk tê, didomînin.

Li gorî Ciwan noqteya tenduristî dê karê xwe yê pratîkî di kêmtirî 3 mehan de dest pê bike, her wiha dê noqteya gerok jî xebatên xwe berdewam bike.

Derbarê piştgiriya rêxistinên din ên alîkariyan jî Ciwan diyar kir ku tenê rêxistina Heyva Sor a Kurd xizmet û lênêrîna tendurstî ji koberan re pêşkêş dike û wiha got: "Heta niha tu rêxistinên navdewletî bi koçberan re nebûne alîkar."

Hêjayî bibîrxistinê ye ku, kampa Waşokanî ji bo hewandina şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku ji ber komujiyên dewleta Tirk a dagirker yên heta niha jî di nava bêdengiya navdewletî d berdewam dikin, reviyane û hejmar wan zêdetirî 300 hezar e, hat vekirin.

ANHA