QSD: Paşguhkirina Rûsyayê ya êrişan, bi gûman in

QSD’ê got, paşguhkirina hêzên Rûsyayê der barê êrişên ku bajarokê Eyn Îsa hedef digirin de gelek gûman çêdike.

QSD: Paşguhkirina Rûsyayê ya êrişan, bi gûman in
24 mijdar, 2019   10:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Der heqê êrişên artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên duh li dijî bajarokê Eyn Îsayê pêk hatine de, QSD’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyaniya QSD’ê wiha ye:

Artêşa dewleta Tirk û komên girêdayî wê yên bi navê Artêşa El-Wetenî êrişeke dijwar li dijî bajarokê Eyn Îsayê ji sê aliyan ve bi piştgiriya topavêj û balafiran, pêk anî. Li hemberê jî hêzên me li hember êrişan sekinîn û şerekî dijwar li derdora Eyn Îsayê rû da.

Ev êriş li pêş çavên hêzên Rûsyayê pêk hatin û tu tevgerên rawestandina van êrişên bêserûber negirtin. Tevî wê jî ew weke garantorê agirbestê li wir hene.

Paşguhkirina hêzên Rûsyayê der heqê van êrişan û nepêkanîna rola garantor de, gelek gûmanan li gel hêzên me çêdike ku ne li gor rola Rûsyayê ya garantor di çareseriya siyasî li tevahî Sûriyê de ye.”

(fr)

ANHA