Meclisa Zirgan: Aştî çênabe heta ku destê Tirkiyê û amûrên wê neyên birîn

Meclisa navçeya Zirganê destnîşan kir ku aştî li ser gelê Sûriyê çênabe heta ku destê dewleta Tirk û amûrên wê li herêmê werin qutkirin.

Meclisa Zirgan: Aştî çênabe heta ku destê Tirkiyê û amûrên wê neyên birîn
24 mijdar, 2019   10:32
HESEKÊ

Meclisa navçeya Zirganê di civîneke çapemenî de ku li navçeyê hat lidarxistin, daxuyaniyek da. Bi dehan endamên meclis û komîteyên kantona Hesekê tev li civînê bûn. Meclisê di daxuyaniya xwe de piştrast kir ku wan pişta xwe nedaya tu aliyên derve da ku mafên wan ên rewa biparêzin lê belê wan ji xwe re berxwedan hilbijartiye.

Daxuyanî ji aliyê Hevseroka Meclisa navçeya Zirganê Narîman Ebdo ve li pêşiya avahiya meclisê hat xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

"Bi navê Meclisa navçeya Zirganê em bang li wijdanê navdewletî dikin. Em berxwedana gelê xwe ji bo bidestxistina azadiya û serkeftina aştî û jiyana hevbeş li dijî zilmê û dijminatiyê geleke qurbanî da. Li şûna tevahî cîhanê li dijî terorê şer kir û di encama wê de 11 hezar ciwan şehîd bûn.

Em hemû şehîdên xwe di demên dawî de bi lehengî berxwedanî kir, bi bîr tînin û heta niha di roja 46`an de li dijî hêzên zilmkar û terorîst şer dike. Ji beriya 7 salan li cîhanê berxwedaniya  leşkerî, siyasî û civakî li dijî siyasetên dewleta Tirk û şerê çeteyên wê DAIŞ û El-Nusra, tê kirin.

Piştî biserketina berxwedana gelê me û hilbijartina xeta 3`em a demokratîk rejîma AKP`ê xwe negir û piştî têkçûna şerê wekîlên wê, dest bi operasyona "Kaniya aştiyê" kir, da ku rola hêzên demokrtîk dûr bixe û ji ber wê jî hilweşandin, kuştin û koçberkirin, çêbû. Her wiha teror hate aktîfkirin da ku alîkariya çeteyên ku navê "Artêşa Wetenî" li xwe dikin, bike. 

Jiyana demokrtîk ku li herêmê çêbû û tecrubeyên pêre her wiha bandoriya wê li ser herêmê hişt ku dewleta Tirk hêrs bibe û bi taybet piştî ku di rêya komên çete yên terorîst ji El-Nusra û DAIŞ`ê di bidestina armancên xwe de têk çû, niha jî hewl dide herêmê dagir bike. Xêr û bêrên wê talan bike û çavkaniyên xwezayî û çandî jî bidize.

Em piştrast dikin ku aştî li gelê Sûriyê û herêmê re tine ye û çareserî nayê dîtin heta ku destê dewleta Tirk û amûrên wê werin qutkirin. Her kes dizane ku Tirkiyê, Îran û Rûsya ku koma Astana ava kir dixwazin hemû bûyerên ku li Sûriyê diqewimin di bin serweriya wan de be.

Çareserî pêk nayê û bi taybet ku çareseriya ku hemû civaka Sûriyê rêzî dike nayê bidestin heta ku êrişên hovane yên dewleta Tirk li ser herêmê, hebin.

Rola NY`yê di pêkanîna erkên wê de di misogeriya parastina niştecihên herêmê yên resen de ye û ne di beşdarbûna nava projeyên qirkirina etnîk de ye.

Em dibêjin ku me tu carî em pişta xwe nadin tu kesî ji bo parastina mafên me yên rewa. Ji destpêkê de biryara me berxwedan û parastina projiyê di aliyê siyasî, leşkerî û civakî de ye. Ji destpêka şoreşê de me îsbat kir ku em ê projeya xwe ya netewî ku armanca wê yekîtiya xaka Sûriyê û gelê wê biparêzin. Em tekez dikin ku divê yekîtî were avakirin û li gorî berjewendiyên civakê û netewê têkevin nava tevgerê û heta serketinê şopdarên rêya şehîdan bin."

Daxuyanî bi dirûşmeyên şehîd namirin, banga rawestandina êrişên dewleta Tirk û piştgiyra QSD`ê, bidawî bû.

(bx)

ANHA