Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî, amadekariya diyarkirina berpirsên bikaranîna êrişên kîmawî li Sûriyê, dike

Lêkolînerên di Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî de cara yekemîn e ku amadekariya diyarkirina berpirsên êrişên kîmawî li dijî Sûriyê, pêk tîne

Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî, amadekariya diyarkirina berpirsên bikaranîna êrişên kîmawî li Sûriyê, dike
24 mijdar, 2019   09:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî toreya skynews ku tê texmînkirin ku di destpêka sala li pêşiya me de dê yekem rapora tîma lêkolînerên erkdarên diyarkirina kesên sûcên kîmawî li Sûriyê pêk anîne bê derxistin. Bi wê re jî nakokî di navbera dewletên garantor ên di Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî de ya ku navenda wê li Lahayê de ye, rû da.

Di civîna salan e ya girîng de ku dê ji roja duşemê heta roja înê dewam bike, Moskova der barê astengiya dengdayîna li ser lêçûna Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî ya sala 2020’an de ku piştevanî ji tîma lêkolîneran re pêk hat, gefan dixwe.

Meclisa Ewelehiya Navdewletî, bi rêya daxuyaniya ku şeva înî ya borî weşandiye de, redkirina xwe li ser bikaranîna çekên kîmawî de nû kir û  15 dewletên endam ên di Desteya Navdewletî de der barê reşnivîsa daxuyaniya ku Brîtanyayê pêşkêş kiriye de bi giştî erê kir.

Di daxuyaniyê de wiha hat: "Meclisa Ewlehiya Navdewletî bi bawerî ragihand ku divê birpirsên bikaranîna çekên kîmawî pêşkêşî dadgehê bên kirin û lêpirsînkirin."

Di şerê Sûriyê de, gelek caran çekên kîmawî hatin bikaranîn û rojava rejîma Sûriyê bi hilgirtina barê berpirsiyariyê tewanbar kir. Lê Rûsya ya ku hevalbendê rejîmê ye, tewan red kirin û barê berpirsiyariyê hilgirt li ser komên çekdar ên li Sûriyê.

Li kêlek tewankirina rejîmê ya bikaranîna çekên kîmawî, dewleta Tirk jî der barê dayîna çeteyên Cebhet El-Nusra ya gaza Sarînê hat tewankirin.

Rûsyayê di demeke berê de ragihadibû ku texmîneke mezin heye ku çekên kîmawî ji hêla çeteyên DAIŞ û Cebhet El-Nusra ve ku dewleta Tirk çekên kîmawî dane wan, hatine bikaranîn.

(fr)