Li Siwêdê 3 şehîdên Berxwedana Rûmetê hatin bibîranîn

Îro li bajarê Kalmar ê Siwêdê merasîma bîranîna 3 şervanên QSD’ê yên di Berxwedana Rûmetê de şehîd bûn hat lidarxistin.

Li Siwêdê 3 şehîdên Berxwedana Rûmetê hatin bibîranîn
Li Siwêdê 3 şehîdên Berxwedana Rûmetê hatin bibîranîn
24 mijdar, 2019   08:16
SIWÊD

Merasîma bîranîna şehîd Egîd Dêrik, Sefqan Dêrik û Rojînda Qendîl îro saet di 13:00`an li gorî demjimêra Ewropayê hat lidarxistin. Malbatên şehîdan û kurdistaniyên li bajarê Kalmarê dijîn tev li merasîmê bûn. Merasîm bi rêzgirtinê dest pê kir. Di merasîmê de axaftin hatin kirin.

Di axaftinan de behsa êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, komkujiyên ku li dijî gelên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk hatine, hat kirin.

Di axaftinan hat diyakirin ku armanca êrişan îradeya gelê herêmê û bi taybet gelê Kurd bişkînin.

Di merasîmê de her wiha îşaret bi berxwedana şervanên QSD`ê di Berxwedana Rûmetê de hat kirin û hat destnîşankirin ku şervanên QSD`ê rûmeta mirovahiyê diparêzin.

Di dawiya merasîmê de soz hate dayîn ku ew ê heta dawiyê şopdarên rêya şehîdan bin.

ANHA