Dest bi amadekirina binesaziya kampa Waşokanî hat kirin

Rêveberiya kampa Waşokanî bi hevkariya bi Komîteya Hawîrdor û Şaredariyan a kantona Hesekê re dest bi amadekirina binesaziya kampê bi hatina koçberan a li kampê, kir.

Dest bi amadekirina binesaziya kampa Waşokanî hat kirin
Dest bi amadekirina binesaziya kampa Waşokanî hat kirin
Dest bi amadekirina binesaziya kampa Waşokanî hat kirin
Dest bi amadekirina binesaziya kampa Waşokanî hat kirin
Dest bi amadekirina binesaziya kampa Waşokanî hat kirin
Dest bi amadekirina binesaziya kampa Waşokanî hat kirin
Dest bi amadekirina binesaziya kampa Waşokanî hat kirin
24 mijdar, 2019   08:11
HESEKÊ-EHMED MIHEMED

Kampa Waşokanî ya ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê vekiriye, dûrî rojavayê bajarê Hesekê bi 12 km. Kamp bi taybet ji koçberên herêmên Serêkaniyê û Zirganê re hate vekirin.

Êrişên artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûrioyê, wêran, kavilkirin û bi hezaran koçberî bi xwe re anîn. Li gor serjimariya dawîn a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hejmara koçberan gihîşt 300 hezar, 478 sivîl hatin kuştin û zêdetirî hezar û 70 şênî jî birîndar bûn.

Rêveberiya kampê bi hevkariya bi Komîteya Hawîrdor û Şaredariyan a kantona Hesekê re xebata amadekirina binesaziya kampê dike. Xebat di çarçoveya çêkirina rê, torên kanalîzayon, nuqteyên serşokên sereke, ava vexwarinê, xwaringehên meydanî û li aliyekî din jî dabeşkirina kampê li gor hejmara hatina koçberan de, pêk tê.

Di vî warî de, nûçegihanê ajansa me ANHA’yê re di dema serdana kampa Waşokanî de ragihand ku tevgereke mezin a alavên endazyariyê yên giran ku li tevahî kampê ku rêyan di navbera konan de vekin, heye. Her wiha hin alav jî xîzan li rêyan dikin û hin jî serşok û destavên çêkirî li gor hejmara her beşek ji konan belav dikin û xezaneyên avê jî datînin.

Der barê mekanîzmaya  xebata rêveberî û aliyên piştgir di amadekirina kampê de, Şêwirmendê Rêveberiya Kampan a Herêma Cizîrê Rojhat Elî wiha got: "Xebata amadekirina binesaziya kampê dest pê kir û tevahî pêwîstî ji hêla Rêveberiya Xweser a kantona Hesekê û Heyva Sor a Kurd ve tên pêşkêşkirin û li rexê jî heta rêxistinên mirovî tu alîkarî pêşkêş nekirine. Di xebata kampê de, rêyan vedikin û li her beşek ji kampê xezaneyên avê û serşok belav dikin."

(fr)

ANHA