Umer: Artêşa Niştimanî ya Sûriyê sûcên şer pêk anîn û li cem me delîl hene

Ebdulkerîm Umer diyar kir ku li cem wan bi dehan belge û dîmen hene sûcên "Artêşa Niştimanî ya Sûriyê" pêk anîne, eşkere dikin. Ev artêş ji mîr û endamên El-Qaîde, Cebhet El-Nusra li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tê. Her wiha destnîşan kir ku ew amade ne wan belgeyan ji  aliyên têkildar re pêşkêş bikin ji bo ku wan çeteyan bikin nav lîsteya terorê ya cîhanî.

Umer: Artêşa Niştimanî ya Sûriyê sûcên şer pêk anîn û li cem me delîl hene
24 mijdar, 2019   05:35
QAMIŞLO-EHMED SEMÎR

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê "Artêşa Niştimanî ya Sûriyê" ya ku ji endamên rêxistinên di nav lîsteya terorê de ne mîna El-Qaîde, Cebhet El-Nusra û DAIŞ`ê êrişên cuda li bakurê Sûriyê dikin. Ji destpêka êrişan ve di 9`ê Cotmehê de gelek komkujî der heqê gelên herêmê de pêk anîn. Tevî sivîl, siyasetmedar û kadroyên tenduristiyê darve kirin û bi cenazeyên wan lîstin."

Der barê vî warî de hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebdulkerîm Umer diyar kir ku Artêşa Niştimanî ya Sûriyê tu têkiliya wê bi nasnameya sûrî re tune ye û got: "Ev kom ji hêla Tirkiyê ve ji bo ku dijminahiya gelê kurd û tevahiya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikin hatin avakirin. Tirkiyê ev kom di şerê xwe de li Efrînê bi kar anî. Piştre rê li pêşiya komên din vekir û tev li nav artêşa watanî ya sûrî kir ji bo ku êrişî gelê herêmê bikin."

Umer zelal kir ku Artêşa Niştimanî ya Sûriyê ji 30 koman pêk tê. Ew kom bi rêya otobûsên kesk ji gundewarên Şamê piştî ku herêmên di bin kontrola xwe de winda kirin derketin. Ew bi pêkanîna sûcên şer der heqê gelê Sûriyê de hatine tewanbarkirin. Mîna ketaêb El-Sultan Selîm, El-Sultan Mihemed El-Fatih, El-Hemzat, Ehrar El-Şam, El-Mutesêm billah û bi dehan komên din.

Artêşa Niştimanî ya Sûriyê di 20`ê Gulana 2017`an de bi hinceta yekkirina komên opozîsyona Sûriyê di hêzekê de piştî ku gelek herêmên ku berê kontrol kirine winda kirin, ava bû. Lê armanca sereke ya avakirina vê artêşê ew e ku artêşa Tirk a dagirker  wê ji bo têkbirina gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û dagirkirina herêmên wan bi kar bîne. Ev çete fonên xwe, çek, desteka lojstîk û istixbaratî ji Tirkiyê werdigirin. 

GELEK DELÎLÊN PÊKANÎNA ARTÊŞA WATANÎ KOMKUJİYAN Lİ CEM ME HENE

Umer eşkere kir ku gelek belge li cem wan hene, hebûna serçete û endamên Cebhet El-Nusra û DAIŞ`ê di nav refên Artêşa Niştimanî ya Sûriyê de isbat dikin û wiha domand: "Li cem me dîmen û wêneyên ku cih û dema pêkanîna sûcên şer hene, navenda lêkolînan a girêdayî Daîrye Têkiliyên Derve belge û rapor hemû amade kirin."

Umer di nav gotinên xwe de destnîşan kir ku Tirkiyê bi rêya Artêşa Niştimanî ya Sûriyê dixwaze armanc û planên xwe pêk bîne û wiha berdewam kir: "Dewleta Tirk a dagirker wan çeteyan ji bo guhertina demografîk bi kar tîne. Piraniya wan çeteyan û malbatên wan di malên efrîniyan de dimînin. Piştî ku şêniyên resen dan koçberkirin. Gelek ji wan ne sûrî ne. Rêjeya gelê Kurd li Efrînê digihaşt ji sedî 97. Lê niha ew rêje naghêje ji sedî 25. Binpêkirin hîna li wir der heqê şêniyên de ji kuştin û revandin berdewam in. Ji bo ku şêniyên resen bide koçberkirin û demografiya Efrînê bi giştî biguhere. Niha projeya xwe li Girê Spî  û Serêkaniyê didomîne."

‘ARTÊŞA Niştimanî ya Sûriyê PLANÊN ERDOGAN PÊK TÎNE’

Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê çeteyên Artêşa Niştimanî ya Sûriyê şerê gelê Sûriyê dikin. Bi taybet şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Planên Erdogan ê ku hewl dide kemberek sinî ji kesên tundrew li ser dirêjahiya xeta sînorên di navbera Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Tirkiyê de ava bike, pêk tînin. Tevî wê jî li dijî kurdan û tevahiya gelê Sûriyê yên azadîxwaz bi kar tîne. 

Umer nerastiya îdiayên serokkomarê Tirkiyê Receb Tayyîp Erdogan girêdayî vegerandina penaberên Sûriyê ji herêmên ku dagir kirine re eşkere kir û got: "Erdogan dixwaze ji raya giştî re diyar bike ku mijar mirovî ye. Lê ew dixwaze çeteyên xwe û malbatên wan bi alîkariya pereyên civaka navdewletî û NY`î bi cih bike. Demografiya herêmê û teşeya wê biguhere. Kurdan  û pêkhateyên din ji warên wan ên resen bide koçberkirin."

Umer teqez kir ku  Kurd, Suryan, Ermen û Êzidî ji herêmên xwe ji Girê Spî û Serêkaniyê piştî ku Tirkiyê dagir kirine koçber bûne û niha dagirkerî malbatên çeteyan di malên wan pêkhateyan de bi cih dike.

‘ÇETEYÊN ARTÊŞA NIŞTIMANÎ GEFA SERJÊKİRİNÊ Lİ GELÊ HERÊMÊ DİXWİN’

Umer îdiayên Tirkiyê û raporên girêdayî vegera koçberan ji malên xwe re derewand û got: "Koçberên ku ji herêmên xwe koçber bûne li gel hebûna komên radîkal û terorîst ên girêdayî dewleta Tirk a dagirker nikarin vegerin warên xwe. Ji ber ku ew çete binpêkirinên ji kuştin û darvekirin der heqê wan de pêk tînin. Rojane çete li ser malperên têghiştina civakî dîmenan belav dikin û tê de gefa serêkirinê li her kesê ku hewl dide vegere malê xwe dixwin. Her wiha wan bi xinzîr û kafiran diwesfînin."  

Umer teqez kir ku pêwîst artêşa watanî ya sûrî bikeve lîsteya terorê ya cîhanî. Her wiha bang li civaka navdewletî kir ku pêwîste ew çeteyan bikevin lîsteya terorê ya navdewletî. Ji ber ku sûcên pêk tînin li dijî qanûnên navdewletî ne.

Umer wiha pê de çû: "Me dît çawa ew çete sekretera giştî ya Partiya Sûriyê ya Pêşerojê Hevrîn Xelef kuştin. Artêşa Tirk a dagirker kerwana Rêxistina Borma ya tenduristiyê ya amerîkî topbaran kir. Bi dehan belge û dîmenên ku sûcên artêşa watanî ya sûrî pêk anîne li cem me hene. Ew belge û dîmen niha amade dibin. Em amade ne ji aliyên navdewletî yên têkildar re bi armanca wan bikin lîsteya terorê ya cîhanî pêşkêş bikin."

Umer eşkere kir ku li cem wan belgeyên ku hevkariya çeteyên DAIŞ û istixbarata Tirkiyê isbat dikin, belgeyên ku çeteyên li dewletên Ewropayê sûc kirine, çawa derbasî Tirkiyê dibin hene. Ew belge nav û sûcên pêk anîne isbat dikin.

Di dawiyê de Umer bang kir ku pêwîste civaka navdewletî zextê li Tirkiyê bike ji bo ku ji herêmên dagirkirî tevî çeteyên xwe vekişe. Da ku bi deh hezaran koçber vegerin warên xwe yên resen.

(şx)

ANHA