Birîndarên komkujiya Qurifilê ji ANHA`yê re axivîn

Dagirkeriya dewleta Tirk di 21`ê vê mehê Mijdarê de, der heqê malbatekê bi tamamî yê gundê Qurinfila jorîn a rojavayê bajarê Girê Spî, komkujî pêk anî.Birîndarên di komkujiyê de rizgar bûne detayên komkujiyê vegotin.

Birîndarên komkujiya Qurifilê ji ANHA`yê re axivîn
Birîndarên komkujiya Qurifilê ji ANHA`yê re axivîn
Birîndarên komkujiya Qurifilê ji ANHA`yê re axivîn
Birîndarên komkujiya Qurifilê ji ANHA`yê re axivîn
Birîndarên komkujiya Qurifilê ji ANHA`yê re axivîn
Birîndarên komkujiya Qurifilê ji ANHA`yê re axivîn
24 mijdar, 2019   05:45
MINBIC

Di encama bombebaranên balafir û topên topavêjên  dagirkeriya Tirk ên berdewam der heqê sivîlan de, komkujî tên pêkanîn. Malbata Mehmûd Elî bi temamî dema ji ber topbaranan ji gundê xwe direvîn rû birûyê komkujiyekê hatin.

Roja pêncşemê, balafireke keşfê ya bombe rakirî ya dagirkeriya dewleta Tirk malbata Mehmûd Elî ya gundê Qurinfila jorîn a rojavayê bajarê Girê Spî kir armanc û derheqê wan de komkujî pêk hat. Kurê malbata Mehmûd Nîzam Elî û kurê xalê wî Hacî Ehmed şehîd bûn.

Her wiha di heman êrîşa li ser erebeya malbatê de, birayê şehîd Nazim, Mihemed û 2 xwîşkên wî Nîroz û Roksana birîndar bûn. Herdu xweşk mamosteyên dibistana gund bûn.

Nîroz Mehmûd a 24 salî ya birîndar û niha li nexweşxaneya Ferat a bajarê Minbicê tê dermankirin, li ser komkujiya der heqê wan de hatiye pêkanîn dibêje:``Me pêdiviyên pêwîst kom dikirin da ku bi lez ji ber topbaranên tewşankî ji gund derkevin, ji nişkêve topek li me ket, wê demê ji bilî xwînê li ser min û derdorê tişt nedît, birayê min li kêleka min şehîd bibû, nema dizanim çi bikim, li ser birayê xwe bigrîm, yan li ser xwîşa min a di xwînê de geviziye.``

Nîrozê ev yek jî anî ziman ku dewleta Tirk agahiyan dide ku ew li herêmê şerê  terorîsatan dike û wiha domand``Ez mamosteme û zarokan fêrî xwendin û nivîsandinê dikim, ma çawa ezê wek Erdogan û çeteyên wî bibim terorîst û sûcên qirêj pêk bînim?. ``

Nîroz got:`` Cîhan naxwaze van sûcan di ber çavên xwe re bigre, ev bêdengiya li hemberî me bo çiye? Çima ji Erdogan re nabêjin bese kuştin, sûc , talankirin û komkujî derheqê şêniyên sivîl de, bese xwînrijandin.``

Mehmûd Elî bavê qurbaniyên komkujiya gundê Qurinfilê got:``Ev xaka me û gundên me yên bi ewle ne, Erdogan timî topbaran dike, ew çi ji me dixwaze? Tenê armancekî dagirkeriya Tirk heye ewjî pêkanîna komkujiyan, kuştin û guhertina demografiye.``

Mehmûd Elî têkildarî rewşa zehmet a keça wî de got:``Me çi kiriye da ku balafirên Tirkiyê werin li pêş çavê me zarokên me bikuje, lingê keçeka min hate birîn, ya din jî heman êrşê dibîne lê hîne ne diyare dê lingê wê jî were birîn yan ne, ew hîne tê dermankirin û ji ber topbaranê tiştekî nabihîze.``

Mehmûd wiha domand:``Dagirkeriya Tirk bi qestî sivîlan topbaran dike, malbata min ji hev û dû kir, kurê min û kurê xwîşka min şehîd bûn, lingê keçeke min hate birîn.Dewleta Tirk bi van kiryaran dixwaze xelkê bitirsîne da ku xaka xwe terk bikin, koçber bibin.``

Li gor raportên bijîşkên nexweşxaneyê, ji ber gelek parçeyên topan di ling û rana Nîroza birîndar de şikestin heye, her wiha di herdu aliyên wê û zikê wê de bi çend ciya şewitandin heye . 

Emeliyatek ji Nîrozê re hatiye kirin û li bendê ne rewşa wê hinekî baş bibe da ku emeliyeteka din bikin.

Roksan di hemû canê xwe de birîndar bûye, hin aliyên wê hatine birîn û canê wê hatiye şewitandin, seriyê wê jî şikestiye mejiyê wê jî dêşe.``

Tevî ku Rûsya û Amerîka wek dewletên gerator agirbest li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihandine, lê toparanên dagirkeriya dewleta Tirk hîna berdewam e û hejmara qurbaniyên sivîl zêde dibin, rûxandina jêrxaneya avahiyan, koçber kirin û talan kirin der heqê şêniyên Serêkaniyê û Girê Spî de jî,berdewam dikin.

(rr) 

ANHA