Mijarên rojnameyên erebî yên hefteya derbasbûyî

Ji ber êrişên wê ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û têkiliyên wê yên bi DAIŞ‘ê re dewletên Ewrupayê zext li Tirkiyê kirin, nûnerên Ewrupayê banga birîna cezayên giran li Tirkiyê kirin. Li Îran û Iraqê xwepêşandanê gel ên li dijî rejîmê gûr dibin.

Mijarên rojnameyên erebî yên hefteya derbasbûyî
24 mijdar, 2019   05:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî di hefteya derbasbûyî de behsa, aloziya Sûriyê, zextên Ewropa yên li Tirkiyê û xwepêşandarên li Iraq, Lubnan û Îranê kirin.

EL-EREB: TİRKİYE CİHÊ HERÎ EWLE YÊ RÊXİSTİNA DAIŞ’Ê YE

Rojnameyên erebî yên îro behsa gelek mijaran kir ku dewleta Tirk piştevaniya çeteyên DAIŞ’ê dike. Di vî warî de rojnameya El-Ereb ev tişt nivîsand: “Lîsteya reş a Amerîkayê ya nû eşkere kir ku hê jî dewleta Tirk cihê herî guncaw ji rêxistina DAIŞ’ê re ye. Her wiha dewleta Tirk vegerand cihê herî ewle yê torên piştevaniyê ku ji bo çalakiyan xwe dispêrinê. Ev jî bi temamî bi armanca hikumeta serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan re ku hewl dide ew şerê terorê dike, bi nakok e. Her wiha jî rola wê di tevgera serçeteyê DAIŞ‛ê yê berê Ebû Bekir El-Bexdadî de beriya ku DYA‛yê di meha borî de bikuje, eşkere bû.”

Duşemê DYA’yê ceza li ser 5 rayedar û 4 kesan birî ku piraniya wan li Tirkiyê ne ku bi sedema piştevanî û peredayîna rêxistina DAIŞ‛ê ye.

EL- EYN:  PARLEMENT Û SİYASETMEDARÊN EWRUPÎ BANGA BİRÎNA “CEZAYÊN GİRAN” Lİ DİJÎ TİRKİYÊ KİR

Rojnameya El-Eyn di nivîsa xwe de got: "Parlamanter û çavdêrên Ewropî banga helwesteke ewropî hevpar û ferzkirina cezayên "giran" li dijî Tirkiyê kirin, ji ber binpêkirinên Tirkiyê  yên plankirî li dijî demokrasiyê û mafên mirovan  û êrişên domdar ên rejîma Recep Tayyîp Erdogan ên li dijî dewletên cîranê bi taybet Sûriyê.

Ev bangewazî di kongreyeke awarte de hate kirin ku navenda Bruksel a navdewletî ya Lêkolînên Mafên Mirovan bi navnîşana (Di têkiliyên Yekitiya Ewropa û Tirkiyê de rageşiyên dijwra..diyarkirina rêbazên ber bi pêş ve) roja Çareşmê li avahiya Yekitiya Ewropa ya li Bruksel lidar xistibû.

Beşdarên kongrê banga standina helwesteke hevpar li dijî binpêkirinên Tirkiyê yên plankirî yên li dijî demokrasiyê û mafên mirovan di hundirê welat de û bikarîna wê ya " Makavelli" kaxeza penaberan ji bo zextê li dijî dewletên Yekitiya Ewropayê kirin.

Beşdaran di kongrê de li ser girîniya formeke siyasî ewopî xurt û "Giran" li dijî rejîma Erdogan li hev kirin ku ku hemû qanûn û pîvanên binpê dike."

ŞERQ EL- EWSET: Lİ ÎRANÊ HEJMARA KUŞTİYAN 100’Î DERBAS KİRİYE… FİKARÊN NAVNETEWÎ ZÊDE DİBİN

Der barê rewşa Îranê de rojnameya Şerq El-Ewset wiha got: "Tevî nezelaliya der barê geşedanên xwepêşandanên li dijî hikumeta li Îranê û di demekê de ku înternet qut e, raporên mafnas hejmara xwepêşandêrên ku jiyana xwe ji dest daye, piştrast kir ku zêdetirî 100 kesî ye. Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî di daxuyaniyekê de diyar kir ku nêzî 106 xwepêşandêr di xwepêşandanên ku ji ber bilindbûna nirxê sotemeniyê pêk hatin de, jiyana xwe ji dest da. Rêxistinê, dîmenên ku wê yekê îsbat dikin û şahidên li ser erdê belge kirin."

ÎMARAT EL- EL-YOUM: XWEPÊŞANDANÊN IRAQÊ CİHÊN PETROLE YÊN STRATEJİK DORPÊÇ KİRİN.. HÊZÊN EWLEHİYÊ JÎ PİRA EL- EHRAR VEGERAND

Der barê rewşa Iraqê de rojnameya Îmarat El-Youm wiha nivîsand: "Xwepêşandêrên Iraqê hemû rêyên li zevî û cihên petrolê li El-Zebîr li rojavayê bajarê El-Besîra girtin, ew yek ji bo şermezarkirina rewşa aborî li welêt tevî dewlemendiya petrolê.

xwepêşandêran nehişt karmend bigihîjin cihên petrolê.

Di heman demê de, çalakî û kontrolkirina pir û qadan di navbera xwepêşandêrên Iraqê û hêzên ewlehiyê li gelek herêmên Iraqê de didome.

ŞERQ EL- EWSET: ŞERTÊN EWN AVAKİRİNA HİKUMETÊ TEVLİHEV DİKİN

Der barê rewşa Lubnanê de rojnemeya Şerq El-Ewset wiha nivîsî: "Serokê Lubnanê Mîşêl Ewn duh pîvanên hikumeta nû diyar kirin. Çavkaniyên muxalîf dît ku şertên Ewn tevlihev in û destûrê binpê dikin. Her wiha xwepêşandana gel di ferzkirina betalkirina civîna parlamentoyê de ku duh dihat payîn li dar biketa, piştî ku xwepêşandêran rêyên li civînê girtin, bi ser ket.”

Serok Ewn careke din li ser hikumeta teknosiyasî piştrast kir û pîvanên wê diyar kirin ku kar li gorî wê bikin. Ew yek jî çavkaniyan piştrast kir ku kîjan kesayet hikumetê bi rê ve bibe, divê wê yekê erê bike.

EL- EREB: TİRKİYE RASTÎ PİRSGİRÊKÊN KU ÇARESERİYA WAN Bİ YEKÎTİYA EWRUPAYÊ RE TÜNEYE, TÊ

Der barê rewşa Tirkiyê de rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: "Di kongreya ku li Parlamentoya Ewropayê hate lidarxistin de, pirsgirêk û zehmetiyên ku YE`yê bi Tirkiyê re dibîne, hate diyarkirin. Ev kongreya ku gelek dîplomat, lêkolîner û çalakvanên di aliyê mafên mirovan de amade bûn, di demekê de ku guhertinên awarte li ser têkiliyên Ewropa û Tirkiyê pêk tên, hate lidarxistin."

Beşdarên li kongreyê li hev kir ku siyaseta derve ya Ewropayê bêyî erka tê xwestin ji bo dan û standinên bi kiryarên Tirkiyê re, nayê qebûlkirin.

Can Dundar rojnamevanekî Tirk, qala xewna Ewropayê ji bo Tirkan kir û wiha got: "Ez li aliyê Asyayê yê Stenbolê dimînim, min di rojnameyeke ku li aliyê Ewropayê dikeve, dixebitiyam, her roj diçim kar û pir derbas dikim da ku biçim aliyê Ewropayê yê Stenbolê, ez geşbîn dibûm ji ber em ê rojekê bikevin Yekitiya Ewropayê. Lê ev xeyal îro nabe.”

ANHA