ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 24. 11. 2019‘an

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 24. 11. 2019‘an
24 mijdar, 2019   05:00

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin, dê werin şopandin.

-Qonaxa duyemîn a Berxwedanê Serdemê ya Efrînê dê were şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê werin şopandin.

Şervanên di şerê dagirkeriyê de birîndar bûne, tekez kirin ku erkê ser milê wan bi dawî nehatiye, ew ê ji bo parastina xak û nirxên xwe têkoşînê dewam bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Dayîka Edla Mihemed azarên xwe di koçberiyê de vegotin û diyar kir ku jiyana wan a tijî hezkirin, ewlehî û pirrengî beguherî wêranî û tariyê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Koçberekî diyar dike ku ji ber li mala xwe ya ku çeteyan talan kiribûn vegerî çeteyan wî girtin û êşkence lê kirin û dibêje "Min cenazeyê 3 jinan li kolanekê dîtin ku ji ber êşkenceyê hatibûn kuştin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Dagirkeriya dewleta Tirk di 21`ê vê Mijdarê de, der heqê malbatekê bi tamamî yê gundê Qurinfila jorîn a rojavayê bajarê Girê Spî, komkujî pêk anî. Birîndarên di komkujiyê de rizgar bûne detayên komkujiyê vegotin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Ebdulkerîm Umer diyar kir ku li cem wan bi dehan belge û dîmen hene ku pêkanîna "Artêşa Niştimanî ya Sûriyê" sûcên şer eşkere dikin. Ev artêş ji mîr û endamên El-Qaîde, Cebhet El-Nusra li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tê. Her wiha destnîşan kir ku ew amade ne wan belgeyan ji  aliyên têkildar re pêşkêş bikin ji bo ku wan çeteyan bikin nav lîsteya terorê ya cîhanî. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Ji ber êrişên wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û têkiliyên wê yên bi DAIŞ‘ê re dewletên Ewrupayê zext li Tirkiyê kirin, nûnerên Ewrupayê banga birîna cezayên giran li Tirkiyê kirin. Li Îran û Iraqê xwepêşandanê gel ên li dijî rejîmê gûr dibin. (BI WÊNE).

JIN

-Desteya Jin a Herêma Cizîrê di çarçoveya çalakiyên 25‘ê Mijdarê de daxuyaniyekê li avahiyê desteyê ya li bajarê Qamişlo dide, saet 11:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA