MSD: Tirkiye komploya xwe ya li ser herêmê didomîne

MSD‘ê êrişên Tirkiyê yên dawîn li ser Eyn Îsayê û rêya navdewletî diyar dikin ku dewleta Tirk komployên xwe ji bo qutkirina axa Sûriyê bi rêya hincetên ne rast didomîne. Ew dixwaze bi rêya wan hincetan cîhanê bixapîne. Meclisê bang li Rûsya û Amerîka kir ku êrişan rawesîtine. Her wiha bang li tevahiya  hêzên Sûriyê kir ku li hember tevgerên hemûyan dikin hedef bibin yek. 

MSD: Tirkiye komploya xwe ya li ser herêmê didomîne
23 mijdar, 2019   21:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa  Sûriye Demokratîk (MSD) piştî êrişên dawîn li ser bajarokê Eyn Îsayê û rêya navdewletî yên ku hîna berdewam in daxuyanî da.

Daxuyanî wiha ye:

"Piştî du rojan ji ragihandina wezareta berevanî ya Tirkiyê ku Tirkiyê êrişên xwe li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê rawestandine, careke din lihevkirina girêdayî herêma ewle bi kurahiya 32 km binpê kir û êrişî herêma Eyn Îsayê kir bi armanca ku rêya navdewletî (M4) kontrol bike û bakurê Sûriyê ji rojhilatê wê qut bike.

Di encama êrişê de bi hezaran sivîl koçber bûn û hinek ji wan jiyana xwe ji dest dan. Ruxmî lihevkirina agirbestê û bi îtîrafkirina Rûsya û DYA`yê ku Hêzên Sûriye Demokratîk aliyê xwe ji lihevkirinê pêk aniye.

Êrişên Tirkiyê ne ji nîşkan ve ne.  Teqez dibe ku dewleta Tirk komployên xwe ji bo qutkirina axa Sûriyê û dagirkirina wê bi rêya hincetên ne rast didomîne û bi rêya wê dixwaze cîhanê bixapîne.

Hikuemta Erdogan bi rêya guhertina demografîk erdnîgariya Sûriyê diguhere. Ev jî pêşeroja siyasî û civakî ya welêt tehdîd dike.

Ev tevgerên Tirkiyê xeter in û Rûsya, DYA û hêzên navdewletî  berpirsyarên  sekinandina li hember wan êrişan e ji ber ku wê wêranî ji herêmê û cihanê re bîne.

Wek Meclisa Sûriye Demokartîk em bang li tevahiya hêzên Sûriyê dikin ku li dijî van tevgerên ku hemûyan dikin hedef bisekinin. Her wiha em bang li civaka navdewletî dikin ku zextê li dewleta Tirk bikin ji bo ku êrişên xwe rawestîne li gorî agirbestê tev bigere û hawîdorek ewle bi afrîne ji bo ku koçber vegerin warên xwe."

(şx)

ANHA