QSD‘ê êrişên li ser gundên Eyn Îsayê şikand

Êrişa artêşên Tirk a dagirker û çeteyên wê DAIŞ û Cebhet El-Nusra yên li ser gundên bakurê rojavayê Eyn Îsayê bi berxwedaneke mezin a şervanên QSD‘ê hatin bersivdan.

QSD‘ê êrişên li ser gundên Eyn Îsayê şikand
24 mijdar, 2019   00:54
EYN ÎSA

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê DAIŞ û Cebhet El-Nusra ji saetên destpêkê yên êvarî ve bi dijwarî êrişî gundên Mueleq û Wastayê yên bakurê rojavayê navçeya Eyn Îsayê kirin. Şervanên QSD‘ê bersiva êrişan dan û çete neçar kirin paşde birevin.

Hate ragihandin ku balafirên keşfê li kampa Eyn Îsayê û gundên derdora wê didin.

ANHA