Şaneya çeteyên DAIŞ û malbatên wan dirvandin hate girtin

Yekîneya Antî Teror a Meclisa Leşkerî ya Minbicê şaneya çeteyên DAIŞ û malbatên wan ji kampa Holê dirvandin girt.

Şaneya çeteyên DAIŞ û malbatên wan dirvandin hate girtin
23 mijdar, 2019   19:47
MINBIC

Buroya Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê li ser mijarê daxuyaniyek da, ragihand "Yekîneya Antî Teror piştî xebatên şopandin û komkirina agahiyan şaneyek girt. Şane, çeteyên DAIŞ‘ê yên li kampa Holê direvandin û derbasî Tirkiyê yan jî herêmên di bin dagirkeriya artêşa Tirk û çeteyên wê de dikirin."

Buroyê diyar kir ku endamên şaneyê dema hewl didan 6 jinên DAIŞ‘î û çeteyekî din ku di şerê li gel çeteyên DAIŞ‘ê de li Dêrazorê birîndar bibû ji kampa Holê ber bi herêmên di bin dagirkeriya artêşa Tirk û çeteyên wê ve birevînin hatin girtin.

Li gorî daxuyaniyê Buroya Ragihandinê Meclisa Leşkerî ya Minbicê, di mukirhatinên endamê şaneyê "Ebû Nacî" de ku fermandarê çeteyên Ehrar El-Şam li herêmên bi din serweriya çeteyên "Mertala Firatê"de ye "Ev şane bi fermana Tirkiyê hatiye avakirin, erka wê revandina endamên DAIŞ û malbatên wan ber bi herêmên di bin serweriya Tirkiyê de ye."

Çete "Ebû Nacî" li xwe mikur hat ku wî gelek teqîn li bajarên Minbic û Hesekê pêk anîne ku di encamê de bi dehan sivîl şehîd bûne.

ANHA