Meclisa Jinan a Sûriyê êrişên li dijî Eyn Îsayê û bêdengiya navdewletî şermezar kirin

Meclisa Jinan a Sûriyê bi daxuyaniyekê êrişên Tirkiyê li ser axa Sûriyê û bêdengiya navdewletî ya li hemberî sûcên Tirkiyê bi tundî şermezar kirin. Meclisê, NY û dewletên têkildar wek berpirsê rêgirtina li pêşiya timayên Tirkiyê û rawestandina êrişa wê hesiband.

Meclisa Jinan a Sûriyê êrişên li dijî Eyn Îsayê û bêdengiya navdewletî şermezar kirin
23 mijdar, 2019   20:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Daxuyanî wiha ye:

 ‘‘Artêşa Tirk a dagirker tevahiya peymanên ku girêdayî Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatine mohrkirin binpê kirin û daxuyaniya wezîrê xwe yê derve girêdayî agirbestê derewand. Hikûmeta Tirk sibehê dest bi êrişan li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û bajarê Eyn Îsayê û gundewarê wê bi tevahiya cureyên çekan topbaran kirin. Di encamê de sivîl birîndar û şehîd ketin. Her wiha gelek jî koçber bûn.

Wek Meclisa Jinan a Sûriyê em bi tundî vê êrişa Tirkiyê ya careke din û hedefgirtina sivîlan û ewlehiya wan şermezar dikin. Her wiha em bêdengiya li hember vê hovîtiyê ji bo ku qutkirina axa Sûriyê şermezar dikin. Em NY û dewletên têkildar wek berpirsên rêgirtina li pêşiya timayên Tirkiyê û rawestandina zêdegaviya wê  dihesibînin.

Em bang li gelên cîhana azad û saziyên civaka sivîl dikin ku zextê li hikumetên xwe bikin ji bo ku gavên çalak bavêjin da ku êrişê rawestînin û nerastiya îdiayên Tirkiyê û asta sûcên wê li Sûriyê  eşkere bikin.‘‘

(şx)

ANHA