22 konvoyên alîkariyê ji Başûrê Kurdistanê derbasî Rojava bûn

22 konvoyên alîkariyê yên ku xelkê Başûrê Kurdistanê şandibûn di derêyê Sêmalkayê re derbasî Rojava bû.

22 konvoyên alîkariyê ji Başûrê Kurdistanê derbasî Rojava bûn
23 mijdar, 2019   17:49
QAMIŞLO

Şêniyên bajarê Silêmanî û navçeyên wê, her wiha şirketên hikûmetê û yên sivîl ên Başûrê Kurdistanê şandina alîkariyên mirovî ji bo koçberên Girê Spî û Serêkaniyê ya di çarçoveya pêngava "Em hemû Rojava ne" didomînin.

Di vê derbarê de îro 22 konvoyên alîkariyê ku ji nivîn, xwarin, çil û pêwîstiyên din di deriyê Sêmalkayê re derbasî Rojava bûn.

ANHA