Meclisa Jinan a Minbicê banga boykotkirina kelûpelên Tirkiyê kir

Bi dirûşmeya `Ji bo xwîna şehîdan kelûpelên Tirkiyê boykot bikin`, Meclisa Jina Ciwan di civînekê de bang li bazirganên Minbicê kir ku kelûpelên Tirkiyê boykot bikin.

Meclisa Jinan a Minbicê banga boykotkirina kelûpelên Tirkiyê kir
Meclisa Jinan a Minbicê banga boykotkirina kelûpelên Tirkiyê kir
Meclisa Jinan a Minbicê banga boykotkirina kelûpelên Tirkiyê kir
23 mijdar, 2019   17:21
MINBIC

Civîn bi tevlibûna ciwanan, bi dehan bazirgan, nûnerên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk û Komîteya Aborî li hola civînan a ciwanan li navenda bajêr li dar ket.

Civîn bi pêşendana sinevizyonekê girêdayî komkujiyên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê der heqê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê de destpê kir.

Piştre gelek axaftin bi navên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û gundewarê wê hevseroka Meclisa Qanûnsaz Nezîfa Xilo, Komîteya Aborî hevserokê komîteyê Mihemed Sebrî û Partiya Sûriyê ya Pêşerojê endama partiyê Ezab El-Ebûd hatin kirin.

Axaftvanan behsa rewşên siyasî yên herêmê û êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin. Her wiha banga boykotkirina kelûpelên Tirkiyê kirin. Axaftvanan teqez kirin ku  ew zêdegaviya Tirkiyê li ser axa Sûriyê  red dikin û divê li hember dagirkeriyê bi tevahiya rêbazan were sekinandin.

Axaftvanan destnîşan kirin ku boykotkirina kelûpelên Tirkiyê dikeve xizmeta pîşesaziya herêmî ji berhemên xwezayî û kardestiyan. Ên ku wek bingeha geşpêdana aborî ya civakî tên hesibandin û zextên aborî û keysbaziyê sivik dike.

Di dawiyê de beşdaran girêdayî çawaniya têkoşîna li dijî keysbazî û bikaranînê nîqaş kirin bi şêwazekê aramiya buhayan di nav sûkên herêmî de pêk were.

(şx)

ANHA