Jina ciwan berdewamkirina têkoşînê li dijî dagirkeriyê teqez kir

Jina ciwan a navçeya Tirbespiyê berdewamkirina têkoşînê li hember dagirkeriya Tirk û çeteyên wê teqez kir. Her wiha banga yekrêziya refê ji bo parastina destkeftiyên şehîdan li tevahiya pêkhateyan kir.

Jina ciwan berdewamkirina têkoşînê li dijî dagirkeriyê teqez kir
Jina ciwan berdewamkirina têkoşînê li dijî dagirkeriyê teqez kir
Jina ciwan berdewamkirina têkoşînê li dijî dagirkeriyê teqez kir
23 mijdar, 2019   17:22
QAMIŞLO

Bi dirûşmeya `Li dijî dagirkeriya Tirk em hemû Amara û Çîçek in` Yekitiya Jina Ciwan a navçeya Tirbespiyê meşek bi maşalayan jib o şermezarkirina dagirkeriya Tirk li dar xistin.

Bi dehan şêniyên navçeya Tirbespiyê ji tevahiyai pêkhateyan li ber Navenda Yekitiya Ciwanên Şoreşger a Sûriyê kom bûn ji bo ku tev li dijî dagirkeriyê bimeşin.

Beşdaran sloganên şermezarkirina dagirkeriya Tirk û binpêkirinên wê der heqê sivîlan de, bi taybet jinan berz kirin. Her wiha pankartên bi nivîsên `Li dijî dagirkeriya Tirk em hemû Amara û Çîçek in` hildan.

Meşvanan di sûka navendî re meşiyan û li ber Navenda Kongreya Star li rojhilatê bajêr rawestiya.

Piştî deqeya rêzgirtin endama rêveber a Yekitiya Jina Ciwan Amed Silêman axivî û teqez kir ku jina ciwan wê têkoşîna xwe li dijî dagirkeriya Tirk û çeteyên DAIŞ û El-Nusra bi domîne. Dagirkeriya Tirk bi taybet vîna jina azad dike hedef.

Meş bi berzkirina dirûşmeyên li dijî dagirkriyê, silavkirina berxwedanê û berdewamkirina têkoşînê bi dawî bû.

(şx)

ANHA