Di teqîna li Girê Spî de kuştî û birîndar hene

Îro di saetên sibê de li bajarê Girê Spî erebeyeke bombebarkirî hat teqandin. Di encama teqînê de herî kêm 10 kuştî û 20 birîndar hene.

Di teqîna li Girê Spî de kuştî û birîndar hene
23 mijdar, 2019   12:21
KOBANÊ

Malperên bi ser komên çete yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker ve, diyar kir ku wek agahiyên destpêkê, di encama teqandina erebeyeke bombebarkirî li taxa pîşesazî ya bajarê Girê Spî de, herî kêm 10 kuştî û 20 birîndar hene.

Ji destpêka ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bajarê Girê Spî dagir kiriye, teqîn û bêaramiya li herêmê zêde dibe. Beriya dagirkirinê herêm di nava aramî û ewlehiyê de bû.

Li gorî çavdêr û çavkaniyên ji hundirê herêmên dagirkirî, teqîn bi zanebûn ji aliyê komên çete ve û di çarçoveya tolhildana di navbera koman de pêk tên.

(bx)

ANHA