Rêveberiya Xweser: Helwesta Ewropayê rê dide ku dagirkeriya Tirk êrişên xwe bidomîne

 Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê destnîşan kir ku helwestên YE`yê rê dide ku dewleta Tirk di planên xwe de bi israr be, di heman demê de dihêle ku êrişên xwe yên dijminahiyê û qirkirina gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam bike.

Rêveberiya Xweser: Helwesta Ewropayê rê dide ku dagirkeriya Tirk êrişên xwe bidomîne
23 mijdar, 2019   12:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Xwerser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro daxuyaniyek der barê daxuyaniyên şêwirmenda Almanyayê Angela Merkel û Yekitiya Ewropayê (YE) yên der barê dosyaya koçberên ji Sûriyê yên li Tirkiyê de ku Tirkiye wek hinceta zextkirina li ser YE`yê bi kar tîne, ji raya giştî re parve kir.

Daxuyanî wiha ye:

"Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên DAIŞ û Cebhet El-Nusra di binpêkirina hevpeymana agirbestê ku li Soçiyê di navbera Rûsya û Tirkiyê de pêk hat, didomîne. Her wiha hîna herêmên me dagir dike û paqijiya etnîk li dijî gelê me pêk tîne, talankirin, dizî û guhertina demografiya herêmê dike. Bi wê yekê qanûn û belgeyên navneteweyî û hemû nirxên exlaqî û mirovî binpê dike.

Îro bi awayekî vekirî û li pêş çavên cîhanê bajarokê Eyn Îsa bi hovane dike hedefa xwe, ji ber vê yekê bi hezaran kes koçber bûn û rewşa mirovî xirabtir kir. Îro sibehê jî bi hemû çekan êrîş kir û heta niha didome.

Erdogan û çeteyên wî di êrişên xwe yên li dijî herêmên me de çekên Yekitiya Ewropayê û NATO`yê bi kar tîne, bi rêya dosya koçberên Sûriyê û vekirina deriyan ji wan re bi awayekî neexlaqî hincet e da ku zextê li Ewropayê bike û hîna di wê siyaseta neexlaqî ya li dijî koçberan pêk tîne, bi taybet ku di nav wan de bi hezaran DAIŞ`î û El-Nusra û malbatên wan hene.

Erdogan derdikeve û dibêje ku li herêma Efrînê 400 hezar koçberên Sûriyê bi cih kirin, lê beramberî wê bi sed hezaran ji şêniyên Efrînê dan koçberkirin.

Hin dewletên Ewropayê bê deng man û rastî gefên Erdogan ên bê nirxên demokratîk hatin, ku tu nirx nedan cewhera YE`yê, ev yek tê wateya qebûlkirina dagirkeriyê û fişara li dijî gelên Ereb, Suryan û Kurd û qirkirina wan.

Birêz Merkel dibêje ku ji bo alîkariya koçberên Sûriyê ew amade ne alîkariya Tirkiyê bikin, lê dema ku bi sed hezaran ji Efrînê koçber bûn, me tu daxuyaniyên şermezarkirinê li dijî Erdogan nedîtin, niha jî di mijara bicihkirina 400 hezar kesên ji Efrînê jî tu refleks û daxuyaniyên şermezarkirinê me nebihîstin. Ev yek tê wateya qebûlkirina siyasetên Tirkiyê yên dijminahiyê.

Divê YE û hemû dewletên cîhanê rêzê ji gelê xwe û nirxên demokrasiyê re bigirin, li şûna ku desteka leşkerî û madî ji Tirkiyê re bikin, her wiha divê helwesta xwe diyar bikin û cezayan li ser dewleta Tirkiyê ferz bikin, da ku êrişên xwe bide rawestandin.

Binpêkirineke mezin ji hemû pîvanên exlaqî û nirxên mirovî re, her wiha belgeyên mafên mirovan re heye û siyaseta keyspazkirinê û fişarê jî didome.

Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di şerê li dijî DAIŞ’ê qurbaniyên mezin dan. Ewlehiya ku Almanya û Ewropayê ku îro tê de ne, berhema têkoşîna gelên Kurd, Ereb û Suryan di şerê li dijî DAIŞ’ê de ye ku zêdetirî 11 hezar şehîd û zêdetirî 25 hezar birîndar dan.

Niha bi hezaran ji çeteyên DAIŞ’ê yên xeternak ên di girtîngehên di bin parastina QSD’ê de hene ku wê jî mîna kaxiza fişar û şantajê li dijî Almanya û Ewropayê bi kar bînin, ne li gorî nirx û exlaqê me ye. Divêyabû YE’yê li hember êrişên dewleta Tirk ku bermahiyên DAIŞ’ê û El-Nusra di şerê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê de bi kar tîne û bi mafên wan dagirkerî, dizîn û qirkirinê pêk tîne, bê deng nema.

Helwest û siyaseta Merkel bi nirxên YE’yê re ku pêngavên xwe bi sedema şantajên Erdogan paş ve kişandine, ne guncaw û li hev nehatine.

Li gorî peymana ku di navbera Tirkiyên û YE’yê de der barê pirsgirêka koçberan ku hatiye îmzekirin, Ewropa soza bi dewleta Tirk re pêk anî û nêzî 6  milyar euro da. Tevî wê jî û ji bilî danyîna sînorekî ji gef û şantajên Erdogan re ji birêz Merkel û YE’yê re, hê jî ew di siyasetên aktorkirina lawazbûna vîn û xwedaxistinê de berdewam in. Ev siyaset jî, israra dewleta Tirk di plana şantajkirinê de mayînde dike. Di heman demê de jî êrişên xwe yên dijminatî û qirkirina gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam dike.

Pirî caran îşaret pê hat kirin ku têkoşîna me li dijî DAIŞ’ê bi armanca peydakirina ewlehî û aramiyê ji tevahî mirovahiyê re, wek erk xwedî lê derketin û me berê jî gotibû ku bi qurbaniyên ku dane, serbilind in.

Di kesayeta birêz Merkel de, bang li YE’yê dikin ku der heqê êrişên Erdogan ên ku herêmê dagir dikin û kiryarên guhartina demografiya herêmê pêk tînin de, bê deng nemîn û helwestên eşkere li ser daxuyaniyên Erdogan ên bicihkirina 400 hezar kesên biyanî li Efrînê û bi sed hezaran koçberkirina kurdên Efrînê ji xaka wê, pêk bînin.

Dema ku hûn dibêjin em amade ne alîkariyê pêşkêş bikin, divê hûn bizanin ku dewleta Tirk hêzê ji van helwestan distîne û dibe sedema hêrs û şermezarkirina mezin ji gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re ji Kurd, Ereb û Suryan.

Em wek Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi tevahî pêkhateyên wê, dê têkoşîna birûmet, bi hebûn û rûmeta xwe bidomînin ku parastina nirxên demokrasiyê ya mirovahiyê bikin.

Berdêl çi dibe bila bibe, dê berxwedana xwe heta bidawîkirina dagirkerî û êrişên dewleta Tirk bidomînin."

(jo - fr)