Rêya M4 hate qutkirin, xetere li ser jiyana sivîlan heye

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên DAIŞ û El-Nusrayê vê sibê careke din agirbest binpê kir û êrişî Eyn Îsayê kir. Ji ber êrişan Rêya M4 a navneteweyî qut bû.

Rêya M4 hate qutkirin, xetere li ser jiyana sivîlan heye
23 mijdar, 2019   11:56
EYN ÎSA

Li gorî agahiyan, li gundên Seyda, Wasta û Muheleq şerên giran rû didin.

Her wiha ji ber êrişên hêzên dagirker, rêya navneteweyî ‘M4’ di navbera Eyn Îsa û Kobanê û Eyn Îsa û Şergirakê de hate qutkirin û xetere li ser jiyana sivîlan heye.

Li herêmê şer berdewam dike.

(kc)

ANHA