Rejîma Sûriyê: Bi rewşa dagirkirina Sûriyê bi destê Tirkiyê, xebata destûrê ne guncaw e

Nûnerê rejîma Sûriyê yê NY’yê Beşar El-Caferî piştrast kir ku rewşa pêkanîna komîteya destûrê ne guncaw e. Ew jî bi sedema kiryarên rejîma Tirkiyê ji dagirkirina xaka Sûriyê, kuştina piranî şênî û koçberkirina wan bi armanca komkirina çeteyên girêdayî Erdogan di bin perdeya bi navê “herêma ewle” de ku xaka dagirkirî ye.

Rejîma Sûriyê: Bi rewşa dagirkirina Sûriyê bi destê Tirkiyê, xebata destûrê ne guncaw e
23 mijdar, 2019   09:37
NAVENDA NÛÇEYAN

El-Caferî di rûniştina Meclisa Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya duh de got: "Destûra Sûriya nexşekirina pêşeroja wê, milkê gel e û dev jê bernadin."

Girêdayî mijarê El-Caferî wiha anî ziman: "Gelê Sûriyê pêşbîn dikir ku rewşên guncaw der barê xebata komîteyê de di hewayekî aram de pêk bihata, lê tevahî der barê pêşkêşkirina hin aliyên navdewletî û herêmî ya xebata komîteyê de matmayî man. Nexasim rejîma Tirkiyê ku xaka Sûriyê dagir kiriye, piranî şêniyên Sûriyê kuştine û zêdetirî 180 hezar pergende bi hedefa komkirina terorên girêdayî Erdogan li xaka Sûriyê di bin perdeya bi navê herêma ewle de ku herêmeke tevahî şêniyên Sûriyê red dikin û herêmeke dagirkirî dibînin. Dê dan û standin pê re li gorî bingeha metodên qanûnên navdewletî û qanûnên girêdayî wê çêbin."

El-Caferî dîsa der barê hewldanên destpêkirina xebata komîteya destûrê de wiha da zanîn: "Sedema aloziyê, terora navdewletî ye ku Sûriyê ji bo armancên siyasî yên guhartina nexşeya jeosiyasî li herêmê, hedef girtiye. Ev jî tê wateya şerê li Sûriyê dê bidawîkirina terora girêdayî derve pêkan bike û gelê Sûriyê bi awayekî tund dagirkerî û terora ku rêxistinên terorî yên bi navên cuda mîna DAIŞ û El-Nusra pêk tînin, red dike."

(fr)