Artêşa Tirk êrişî gundên li rojavayê Eyn Îsa dike

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên Cebhet El-Nusra û DAIŞ`ê êrişî gundên rojavayê navçeya Eyn Îsayê dikin.

Artêşa Tirk êrişî gundên li rojavayê Eyn Îsa dike
23 mijdar, 2019   09:44
EYN ÎSA

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji saetên sibê ve êrişî gundên navçeya Eyn Îsayê dikin. Şervanên QSD`ê di çarçoveya mafê parastina rewa de bersiva êrişan didin.

Artêşa dagirker êrişî gundên Seyda, Mualeq, Wasta yên rojavayê Eyn Îsayê dike.

Heta van kêliyan êriş didomin.

(bx)

ANHA