Li "herêma bêçek" şerê giran

Li “herêma bêçek” ya Sûriyê bombebarana giran ji aliyê balafirên Rûsyayê û hêzên rejîmê ve rû dide. Îro sibehê herêm nêzî 50 caran hate bombebarankirin.

Li "herêma bêçek" şerê giran
23 mijdar, 2019   09:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku balafirên şer ên Rûsyayê îro sibehê li herêmên bajarokê Kefirnibil li gundewarên başûrê Idlibê bombebaran kirin.

Hêzên rejîmê piştî şeva înê û şemiyê cihên li El-Tînê, Mişêrfê, Sehal, Til Dem, Mera Hirmê, Kefir Secnê, Şêx Mistefa, Erînbê, Moqê û Amiriyê li başûr û rojhilatê Idlibê û rojhilatê başûrê wê bombebaran kirin.

Her wiha li eniyên Kebanê li Cebel El-Ekrad, Kirkat li çiyayê Şehşibo û Mişêrfê li başûrê rojhilatê Idlibê şer bi çekên giran di navbera hêzên rejîmê û komên çete yên Tirkiyê de rû da.

Balafirên Rûsyayê hi seatên sibehê de li Kekaya Secnê, Meriyan, derdora Şinan, Mera Hirmê, Neqîr, Fetîrê, Mişêrfê û Fercê li gundewarên başûr û rojhilatê Idlibê û heta niha 24 caran bombebaran kirin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan, balafirên ku bermîlên teqemeniyê avêtin Hezarîn, Kefirnibil, Besqela, Mera Sîn û Şêx Mistefa li başûrê Idlibê û eniyên Kebanê li gundewarên Laziqiyê, çavdêr kirin.

Hêzên rejîmê şevên pêncşemê û înê û heta niha 380 top li ser Mensûra, Xan Esel li gundewarên rojavayê Helebê û derdora Mera Hirmê, Kefirsecnê, Şêx Mistefa, Erînê, Tehtaya, El-The, Um Celal, Mişêrfê, Zerzor, Mera Sîn, Bedama, Naciyê li gundewarên Idlibê, eniyên gundewarên Laziqiyê û derdora li Sehil Xab li gundewarên bakurê rojavayê Hemayê, bombebaran kirin.

Tevî hevpeymana agirbestê ya bi garantoriya Rûsya û Tirkiyê, şer û bombebaran di saetên çûyî de zêdetir bû.

(jo)