Koçber daxwaza garantoriyek navnetewî dikin

Endamê rêveber ê Kampa Waşûkanî Fayiz Îbrahîm got: “Pêlên koçberiyê ji herêmên ji aliyê dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatine dagirkirin, didome. Koçber gerantoriyeke nevdewletî dixwazin da ku karibin vegerin warên xwe”.

Koçber daxwaza garantoriyek navnetewî dikin
Koçber daxwaza garantoriyek navnetewî dikin
Koçber daxwaza garantoriyek navnetewî dikin
Koçber daxwaza garantoriyek navnetewî dikin
Koçber daxwaza garantoriyek navnetewî dikin
Koçber daxwaza garantoriyek navnetewî dikin
22 mijdar, 2019   05:35
HESEKÊ

Ji 9`ê Cotmeha derbasbûyî ve û heta niha, êrişên dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê DAIŞ û Cebhet El-Nusre li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomin.

Piraniya koçberan ji ber topbarana dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê DAIŞ û Cebhet El-Nusre li ser herêmên wan neçar bûn warên xwe bi cî bihêlin. Dagirkeriyê der heqê şêniyên herêmê de kiryar û binpêkirin pêk danîn.

Koçberan berê xwe dane bajarê Hesekê û gundewarên wê, Rêveberiya Xweswer ji koçberan re dibistan amadekirin û li rojavayê bajarê Hesekê 12 km kampa Waşûkanî jî ava kir.

Endamê rêvebir ê kampa Waşokanî Fayiz Îbrahîm, têkildarî pêlên koçberiyê destnîşan kir ku  niha 34 malbat ku ji 1 hezar û 349 koçberan pêk tê, di kampê de bi cih dibin û wiha domand:`` Pêla koçberiyê berdewam e, her roj nêzî 20 malbatan ji bajarê Serêkaniyê û gundewarên wê û herdu navçeyên Zirgan û Til Temrê, têne kampê.``

Fayiz Îbrahîm got:``Heta niha tu kes ji kampê nevegeriyaye herêmên hatine dagirkirin, berovajî wê koçberiya ji wan herêman berdewam dike.``

Îbrahîm da xuyakirin şêniyên herêmên hatine dagirkirin red dikin ku niha vegerin û got`` Em rojane bi koçberan re jiyan dikin û daxivin, tevahiya koçberan gerantoriyeke navdewletî dixwazin da ku vegerin warên xwe, ew li ser jiyana xwe ditirsin ku vegerin herêmên hetine dagirkirin, loma vegerê red dikin.``

(rr)

ANHA