Dewriyeya hevbeş gera xwe ya îro bi dawî kir

Dewriyeya hevbeş a artêşa Tirk û polîsên leşkerî yên Rûsî li xaka Sûriyê bi avêtina keviran û şermezarkirina artêşa Tirk a dagiker bi dawî bû.

Dewriyeya hevbeş gera xwe ya îro bi dawî kir
Dewriyeya hevbeş gera xwe ya îro bi dawî kir
Dewriyeya hevbeş gera xwe ya îro bi dawî kir
Dewriyeya hevbeş gera xwe ya îro bi dawî kir
Dewriyeya hevbeş gera xwe ya îro bi dawî kir
Dewriyeya hevbeş gera xwe ya îro bi dawî kir
Dewriyeya hevbeş gera xwe ya îro bi dawî kir
20 mijdar, 2019   12:02
HESEKÊ

Vê sibê dewriyeya Rûsî û artêşa Tirk ji gundê Eradê yê rojavayê navçeya Dirbêsiyê ku 17 km dûrî navçeyê ye, dest bi gera xwe kir.

Dewriye li gundên rojava û bakurê navçeya Dirbêsiyê yên, Aliyê, Tewratê, Tirbe û Gurgundê geriya. Dewriyeyê gera xwe li gundê Qermaniyê bi dawî kir.

Şêniyên bejahiya navçeya Dirbêsiyê dagirkeriya artêşa Tirk û hebûna wê li ser xaka Sûriyê bi keviran şermezar kir.

Piştî dewriye bi dawî bû, panzerên artêşa Tirk careke din ji gundê Qermaniyê yê navçeya Dirbêsiyê vegeriyan xaka Tirkiyê.

(eh)