Rûsya: Enqere plana êrişên nû li dijî Sûriyê nake

Wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov tekez kir ku Enqereyê Moskov agahdar kiriye ku ew plana êrişên nû li Sûriyê nakin. Daxuyaniya Lavrov piştî rojekê ji gefên wezîrê karên derve yê Tirkiyê û şermezarkirina Wezareta Parastinê ya Rûsyayê hatin.

Rûsya: Enqere plana êrişên nû li dijî Sûriyê nake
20 mijdar, 2019   11:59
NAVENDA NÛÇEYAN     

Ajansa ‘Tas’ a Rûsyayê li gorî axaftina wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov roja çarşemê, ragihand ku Enqereyê Moskov agahdar kiriye ku ew plana tu êrişên nû li Sûriyê nake.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê duh gefên Tirkiyê yên pêkanîna êrişên nû li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kiribû. Wezaretê diyar kir ku ew ji gotinên Tirkiyê yên dibêjên ku peymana Soçiyê pêk nehatiye, şoq mane. Her wiha tekez kir ku Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) sozên xwe pêk anîne û destnîşan kir ku gefên Tirkiyê dibe ku rewşê tevlihev bikin.