Li Girê Spî 8 çete hatin kuştin

Duh ji destpêka êvarê heya saet 11’ê şevê artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi obus û hewanan êrişî gundê Qizilî û gundên derdora wê yên rojavayê Girê Spî kir. QSD’ê bersiv da êrişan û 8 çete hatin kuştin û erebeyeke çeteyan hate rûxandin.

Li Girê Spî 8 çete hatin kuştin
20 mijdar, 2019   12:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Şevê din heya saet 11’an artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişî gundê Qizilî û gundên derdora wê bi obus û hewanan kir û di encamê de gelek zirar gihaştin mal û milkên sivîlan.

Li aliyekî din jî di çarçoveya mafê xweparastinê de şervanên QSD’ê bersiv da êrişan. Di encama bersivdana şervanên QSD’ê de 8 çete hatin kuştin û erebeyeke çeteyan hat teqandin.

Di heman demê de şervanên QSD‛ê gundê El-Erîdiyê yê bakurê Eyn Îsayê ji çeteyan paqij kir.

 (fr)