Xwepêşandêrên Lubnanî civîna parlamenteran asteng kir

Parlamenterên Lubnanê ragihand ku piştî xwepêşandêran hewl da hevdîtina îro asteng bikin, hejmara qanûnî temam nebû û civîn hate paşxistin.

Xwepêşandêrên Lubnanî civîna parlamenteran asteng kir
19 mijdar, 2019   11:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro piştî ku civîna parlamenteran nehat lidarxistin, hêzên ewlehiyê yên Lubnanê li naverasta Beyrûdê belav bûn û xwepêşandêr li dijî kesayetên desthilatê bi rê ve dibin, daketin qadan.

Xwepêşandêran civîna ku serokê parlamentoyê Nebîh Berî, piştî civîn hefteya derbasbûyî nehat lidarxistin, banga lidarxistina civînê kir, lê belê xwepêşandêran asteng kir û li derdora avahiya parlamentoyê hêzên ewlekariyê hatin erkdarkirin.

Sky Newsê ragihand ku xwepêşandêran ji bo civîna îro neyê lidarxistin, rêyên parlamentoyê girtin û li têketina meclisê di navbera xwepêşandêran û hêzên ewlehiyê de nakokî derket û hewl dan parlamenteran asteng bikin.

Komên partiya Hêzen, Buroyên Lubnanê, parlamenter Usama Seat, Pola Yaqubiyan û Usama Mexzûmî got ew beşdarî Meclisa Zagonsaz nebûne.

Sekreterê giştî yê Desteya Buroya Parlamentoyê Ednan Dahir bi daxuyaniyekê li pêşiya rojnamevanan ragihand ku ji ber rewşa ewlekariyê hejmara qanûnî ya têkildarî lidarxistina civînê, sergihayî nebû.

Ji 17’ê Mijdarê ve ji ber rewşa debarê û guhartina siyasî xwepêşandan têne lidarxistin.

(eh)