Şêniyên Şedadê cenazeyê şehîd Setam El-Salih oxir kir

Bi sedan şêniyên navçeya Şedadê bi beşdariya saziyên sivîl û leşkerî cenazeyê şehîdê Berxwedana Rûmetê li goristana şehîdan veşart.

Şêniyên Şedadê cenazeyê şehîd Setam El-Salih oxir kir
Şêniyên Şedadê cenazeyê şehîd Setam El-Salih oxir kir
Şêniyên Şedadê cenazeyê şehîd Setam El-Salih oxir kir
Şêniyên Şedadê cenazeyê şehîd Setam El-Salih oxir kir
Şêniyên Şedadê cenazeyê şehîd Setam El-Salih oxir kir
Şêniyên Şedadê cenazeyê şehîd Setam El-Salih oxir kir
19 mijdar, 2019   11:30
HESEKÊ

Şêniyên Şedadê, endamên saziyên sivîl û leşkerî cenazeyê şehîd Setam El-Salih (Rihmo) li Goristana Şehîdan a Şedadê ku li navçeya Deşîşa di 13.11.2019’an de şehîd bûbû, oxir kir. Şervan Setam ji hêla kesên nenas ve hatibû hedefgirtin.

Merasîma bi torana leşkerî ji hêla QSD’ê ve piştî deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Dûvre bi navê Fermandariya Leşkerî ya Şedadê fermandar Elî Şedadê axivî û îşaret bi QSD’ê kir ku bi hezaran şehîd dane û hê jî di rêya parastina destkeftiyên gelên herêmê û rûmeta wan de, pêşkêş dike. Elî Şedadê piştrast kir ku hevrêyên wan ên şehîd îro şerê dijwartirîn li dijî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li gundewarên Tir Temir û Eyn Îsayê pêk tînin.

Serokê Desteya Ewqafê ya navçeya Şedadê Ehmed El-Îsa got ew lavayan ji hêzên xwe yên leşkerî re yên serkeftinê li dijî dijmin û şaneyên veşartî yên li herêmê dikin û wiha pê de çû: "Em li kêleka we li dijî dewleta Tirk a dagirker û şaneyên veşartî li herêmên Deşîşa û herêmên dîtir in. Ji ber ku kuştina ciwanên me û birayên me yên leşker û sivîlan dikin armanc. Her wiha aramiya ji malbatên şehîdan re dixwazin."

Di dawiya merasîmê de wesîqeya şehadetê ji hêla Meclisa Malbatên Şehîdan ve hat xwendin û radestî malbatê hat kirin. Cenazeyê şehîd di nava tilîliyên dayik û silavkirina şehîdan de spartin axê.

(fr)

ANHA