Artêşa Lîbyayê: 19 panzêr di keştiya sivîl a Tirkiyê de hatin rûxand

 Artêşa Lîbyayê ragihand ku wan 19 panzêrên dewleta Tirk ku bi rêya keştiya sivîl a Tirkiyê derbasî berava li bajarê Misratê ji bo destekdayîna çekdarên girêdayî xwe bike, çavdêr kirin û balafirên Lîbyayê ew rûxandin. Artêşê diyar kir ku ev gav binpêkirineke li dijî qanûnên navneteweyî ye.

Artêşa Lîbyayê: 19 panzêr di keştiya sivîl a Tirkiyê de hatin rûxand
19 mijdar, 2019   11:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya giştî ya hêzên çekdar ên Lîbyayê duh daxuyaniyek girîng der barê bombebarana asmanî li ser bajarê Misratê de belav kir.

Li gorî daxuyaniyê, bombebaran di çarçoveya çalakiyên leşkerî de, li ser bingeha agahiyên rast ên îstixbaratan pêk hat. Piştî lêkolîn û şopdariya çalakiya 19 panzêran bi rêya keştiya sivîl a Tirkiyê (Kusavak Rist) ji Tirkiyê li berava li herêma Misratê ku paşê ji beravê re hatin veguhastin û li herêma Sîna li navenda bajêr hatin danîn.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Ev destek binpêkirineke nû ji aliyê Tirkiyê ye û ji biryarên Meclisa Ewlehiyê ya navneteweyî re ya ferzkirina qedexeya çekan dike."

Her wiha daxuyaniyê wiha destnîşan kir: "Piştî dewamkirina agahiyên îstixbaratan bi rêya şopandinê ji vê barê leşkerî ji destpêka veguhastina panzêran ji keştiyê heta gihandina wê li depoyan, çeka asmanî ya Lîbyayê û piştî plankirina hedefgirtina van panzêran di heman rojê de beriya gihaştina wê û beriya derketina wê ji depoyan ji bo qedexekirina bikaranîna wê di operasyonan de ku gefan li ewlehiyê dixwe, pêk hat."

Her wiha daxuyaniyê wiha destnîşan kir: "Balafirên Lîbyayê armancên xwe pêk anîn û panzêr rûxandin, di encama hedefgirtinê de teqînên mezin ji ber depokirina çek û cebilxaneyan di panzêran de pêk hatin."

Fermandariya giştî ya hêzên Lîbyayê di daxuyaniya xwe de hişyariya domandina desteka leşkerî ji hêzên hikumeta El-Wîfaq re da û daxwaz kir ku bajarê Misratayê dûrî çalakiya leşkerî bixin, da ku parastina ewlehiya şêniyên wê bê kirin.

(jo)