Yekîneyên Tolhildanê teqîna li Tûgaya Zirxî ya Rihayê li xwe girt

Yekîneyên Tolhildanê teqîna şeva 13’ê Mijdarê ya depoya cembilxaneyê ya li 20’emîn Fermandariya Tûgeya Zirxî ya artêşa Tirk a li Rihayê pêk hat, li xwe girt.

Yekîneyên Tolhildanê teqîna li Tûgaya Zirxî ya Rihayê li xwe girt
16 mijdar, 2019   17:38
NAVENDA NÛÇEYAN 

Yekîneyên Tolhildanê ya daxuyaniyek nivîskî da ev agahî da: “Li Rihayê depoya cebilxaneyê ya li 20’emîn Fermandariya Tûgaya Zirxî ya TSK’ê 13’ê Mijdarê saet derdorî 22:30’î ji aliye Yekîneya Tolhildanê ya Aynûr Ada-Delal Amed ve hatiye îmhakirin.”

Komê diyar kir ku teqîn ji du nuqteyên cuda ve li ser hev ji aliyê dronan ve hatiye kirin û ev gotin: “Leşker û tîmên taybet jî din av de 19 leşker hatine kuştin, bi dehan leşker jî birîndar bûne.”

Di dewama daxuyaniyê de ev agahî hate dayîn: “Fermandarê Tûgayê jî di nava birîndaran de ye. Yekîneyên me anî ziman ku ji 70 zêdetir ambûslan ketine hundirê tûgayê, piştî çalakiyê yekîneyên me bi selametî gihiştine navendên xwe.”